Mûsa Ehmed: Di meha Remezanê de zêdetirî 4.5 mîlyar dînar arîkarîya curbicur me pêşkêş kirîye

Serokê Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî, di konfêranseke rojnamevanîyê de, hûrgilî û zanyarîyên çalakîyên dezgehê di meha pîroz a Remezanê de, ku di heft sêktorên cûda de xebat kirine, eşkere dike. Herwiha eşkere kir ku lêçûna arîkarîyan di vê mehê de zêdetirî 4 mîlyar û 577 mîlyon û 635 hezar dînar bûye.

Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî, di konfêranseke rojnamevanîyê de ku roja Çarşemê, 18/3/2026, li serokatîya dezgehê li Hewlêrê hat lidarxistin, destnîşan kir ku “Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî, bi piştgirîya xêrxwaz û dewlemendên Kurdistanê, roj bi roj bawerîyeke zêdetir bi dest dixe, û hemû ev yek jî bûye sedem ku di boneyên olî, neteweyî û nîştimanî de roleke berçav bilîze.” Herwiha behsa wê yekê kir ku dezgeh salane di meha pîroz a Remezanê de di çendîn sêktorên cûrbecûr de kar kirîye û karên wê yekê cihê balkêşîyê bûne û bandora wan li ser civakê hebûye.

Serokê Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî, Cejnên Remezanê û Newrozê, Cejna Serê Salê Kurdî, li tevahîya mirovahî, Misilman û hemû Kurdistanîyan pîroz kir. Derbarê çalakîyan de got: “Em di Remezana îsal de, di heft sêktorên cûda de li Herêma Kurdistanê û çar parêzgehên din ên Iraqê kar kirin, herwiha li ser pêşnîyara Serok Barzanî, li Rojava Kurdistanê me roleke berçav di xizmetkirina aware û xelkê xwecîhî yê deverên Kurdî de hebû.”

Serokê Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî, hûrgilî û zanyarîyên çalakîyên dezgehê di meha Remezanê de bi vî awayî eşkere kir:

Hejmara sûdmendan ji xwarina berbangê: 85,676 kes, ku lêçûna wê 257,028,000 dînar dike.

Hejmara sûdmendan ji belavkirina selikên xwarinê: 65,901 malbat, ku lêçûna wê 2,099,432,000 dînar dike.

Hejmara sûdmendan ji dabînkirina nan: 244,033 malbat. Ku lêçûna wê 113,813,200 dînar dike.

Hejmara sûdmendan ji alîkarîya diravî (zekat): 4,255 malbat. Mîqdara pereyî 617,595,000 dînar dike.

Hejmara sûdmendan di projeya Nûjîn (dabînkirina xanî) 15 malbat bûn. Lêçûna wê bi pere 1,011,525,000 dînar dike.

Hejmara sûdmendan bi rêya projeya kanalên ragihandinê: 255 malbat. Mîqdara alîkarîyan bi pere, gihîştîye: 88,200,000 dînar.

Di dabînkirina cil û bergan ji bo Cejna Remezanê: 6,291 zarok sûd wergirtin. Lêçûna wê jî gihîştîye 390,042,000 dînar.

Tevahîya hejmara sûdmendan di her 7 sêktoran de: 314,459 malbat bûn ku 91,967 kes dike.

Tevahîya mîqdara alîkarîyan jî 4,577,635,200 dînar bû.

Serokê Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî, di berdewamîya axaftina xwe de ji bo medyakaran, tekez kir ku heta Roja Cejnê ew çalakî dê bidomin, bi taybetî di nav kampên aware û penaberan de û careke din spaseke bê sînor ji hemû bexşer û xêrxwaz û alîkarên dezgehê re kir, ku bi destkervebûn û dilfirehîyê piştgirîya karên mirovî yên dezgehê dikin. Wî herwiha tekezî li ser girîngîya bilindkirina ruhê alîkarîyê û piştgirîya ji bo kesên hewcedar û mexdûr kir.


Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest