Li Zaxoyê Navenda Hejar a Otîzmê Hate Vekirin

Mûsa Ehmed: “Em hêvîdar in ku em di asta wê wefadarîya xelkê Zaxoyê de bin û dema ku projeyeke wiha li Zaxoyê tê vekirin, em xwe serbilind dibînin.”
Li Zaxoyê Navenda Hejar a Otîzmê tê vekirin û Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di merasîma vekirina navendê de tekez dike ku ji bilî navendên otîzmê yên li Hewlêr, Soran, Zaxoyê, di pêşerojeke nêzîk de wê navendên bi vî rengî li Duhokê jî vekin.
Bi amadebûna Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Gohdar Şêxo Serpereştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê û hejmarek berpirsên hikûmî, bexşendeyan, nûnerên rêxistinên sivîl, partî û medyakarî, roja pêncşemî 02.04.2026 Navenda Hejar a Otîzmê li Zaxoyê hate vekirin. Mesrefên avahiya navendê ji aliyê Hejar Şengalî û Îbrahîm Şengalî ve hatine dabînkirin û erkê rêveberî û birêvebirina navendê jî ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re hatiye spartin, ku di vî warî de tecrûbeyeke wê ya berçav heye.
Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di axaftineke xwe de di merasîma vekirina navendê de, dilxweşiya xwe anî ziman ku di Roja Cîhanî ya Otîzmê de, diyariyeke hêja pêşkêşî xelkê “şoreşger û biwefa” yê Zaxoyê dikin. Herweha derbarê navendê de got, “Kes mîna dê û bavên zarokên otîzmê qîmeta van navendan nizanin, ji ber ku ew bi temamî hest bi pirsgirêkên danûstandinê bi wan zarokan re dikin.”
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Pêwîst e em spasiyeke taybetî li Serokê Hikûmeta Herêmê bikin ku di heman demê de Serokê Lijneya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye, cenabê Kek Mesrûr Barzanî, ku ji bo her karekî di warê mirovî de her dem piştevan û alîkar bûye. Dema me behsa vê navendê bi cenabê wî re kir, erkê rêvebirina wê spart me.”
Mûsa Ehmed, di beşeke din a axaftina xwe de, bal kişand ser rola dezgehê di alîkariya penaber û awareyan de, ku wekî wî behs kir, li asta navxwe û herêmê û ji aliyê rêxistinên navneteweyî û cîhanî ve bi giranî li van xizmetan tê nêrîn. Herweha behs kir ku ji destpêka damezrandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve, yek ji armancên wan ên sereke ew bûye ku baleke temam bidin zarokan, xwendin û paşeroja wan. Ji ber vê yekê, “zêdetirî 16 hezar zarokên hêja (bêbav) û zarokên serbilind ên şehîdan di projeya Mala Hêja û Bêmêran de sûdmend in. Di heman derbarê de got: “Ji destpêka vê projeyê ku di sala 2012an de bi amadebûna cenabê Kek Mesrûr Barzanî hate ragihandin, heta niha zêdetirî 83 milyon dolar pereyê naqd li ser zarokên hêja hatiye belavkirin.”
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, behsa çareserkirina wan zarokan jî kir, ku di çarçoveya karsaziya hevbeş a di navbera Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û rêxistina (Peace Village) ya Almanî de, bi çend qonaxan xizmetên tenduristî û dirêj-dem pêşkêşî wan hatiye kirin. Herweha destnîşan kir ku di projeya Çavdêriya Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet de, ku projeyeke hevbeş e di navbera Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Dezgeha Xêrxwazî ya (LDS) ya Amerîkî de û di 18.02.2015an de dest pê kiriye û heta niha berdewam e, bê cudahî li Herêma Kurdistanê û derveyî herêmê jî alîkarî û xizmetên xwedî pêdiviyên taybet dikin û pêdiviyên wan dabîn dikin.
Mûsa Ehmed, di beşa dawî ya gotara xwe de, amaje bi wê yekê kir ku çalakiyên dezgehê di warê mirovî de pir-alî û berfireh in û behskirina wan di demeke kurt de ne pêkan e. Herweha tekez kir ku hemû çalakiyên dezgehê bi hevkariya û piştgiriya bexşendeyan têne cîbicîkirin, ji ber vê yekê spasiyeke bêdawî ji wan re kir. Derbarê vekirina Navenda Hejar a Otîzmê li Zaxoyê jî got: “Em xwe deyndarê vê devera serbilind a Zaxoyê dibînin, em hêvîdar in ku em di asta wê wefadarîya xelkê Zaxoyê de bin. Dema ku projeyeke wiha li Zaxoyê tê vekirin, em xwe serbilind dibînin û her tiştê ku ji bo Zaxoyê were kirin, hîn jî kêm e.” Herweha tekez kir ku ji bilî navendên otîzmê yên li Hewlêr, Soran, Zaxoyê, di pêşerojeke nêzîk de wê navendên bi vî rengî li Duhokê jî vekin.
Piştre, Gohdar Şêxo Serpereştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê, gotarek pêşkêş kir û tê de behs kir ku di destpêka karê wan de li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê, ew hatine agahdarkirin ku li Zaxoyê çend navendên taybet bi otîzmê hene, lê gelek dê û bavên zarokên otîzmê nekarîne di rehabîlîtasyona zarokên xwe de berdewam bin, ji ber sedemên aborî ku diviya her meh pereyekî ji bo wê terxan bikin. Herweha got: “Kesê ku zarokeke otîzmî wî tune be, nizane pirsgirêkên wan zarokan çi ne… Avakirina avahiyekê dibe ku hêsan be, lê berdewamiya rêveberiya wê ji bo me pirsgirêk bûye.”
Serpereştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê, vekirina navendeke standard di asta cîhanî de ji bo zarokên otîzmê li Zaxoyê wekî cihê şanaziyê bi nav kir û spasiya Hejar Şengalî û Îbrahîm Şengalî kir ku erkê avakirina wê navendê girtine ser xwe. Herweha amaje bi wê yekê kir ku wan bexşendeyan çend dibistan jî li sînorê Zaxoyê avakirine, ku cihê spasdarî û qedirgirtinê ye. Herweha got: “Gelek caran me bi Mûsa Ehmed re gelek proje li vî sînorî gotûbêj kirine û her carê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî piştevan bûne ji bo her projeyekê ku li vî sînorî were cîbicîkirin.”
Piştre Doktor Rewşet Reşîd, Şêwirmendê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di sektora tenduristiyê de, gotarek pêşkêş kir û hin amaje û daneyên ku wekî “amarên xeternak” bi nav kir, pêşkêş kir û got: “Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî di sala 2025an de raporek belav kiriye, ku tê de di her 127 kesan de, yek kes otîzmî ye. Li welatên Kendavê jî rêje zêdetir e û di her 60 zarokan de yek otîzmî ye. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî vê metirsiyê fêm kiriye, ji ber vê yekê pênc sal beriya niha, yekem navenda taybet bi xizmetkirina zarokên otîzmê li Hewlêrê hate vekirin. Me tenê bi 15 zarokan dest pê kir, tecrûbe jî kêm bû, ji ber vê yekê me pişta xwe bi rahênerên navneteweyî girêda û piştre hejmara zarokan gihîşt 80 zarokan û hejmara rahêneran jî gihîşt 60 rahêneran.”
Doktor Rewşet Reşîd, tekez dike ku berê ti navendek ji bo tespîtkirina otîzmê li Kurdistanê tunebû, lê ev li Hewlêrê hate peydakirin û niha jî li Zaxoyê tê kirin û êdî pêwîst nake ku ji bo wê serdana welatên din bikin. Herweha destnîşan kir ku piştî serkeftina navenda otîzmê ya li Hewlêrê ku 311 zarokên otîzmê bi serkeftî rahênan girtin, 81 kes ji wan vegeriyan xwendina asayî, ango di her çar zarokan de yek ji wan vegeriya xwendina asayî… Herweha got: “Di sala 2023an de li ser ferman û pêşniyara Serok Barzanî me ew tecrûbe veguhestin Soranê û li wir jî 73 zarok ji navenda otîzmê ya li kompleksa Dayikê sûdmend bûn.” Wekî gotara xwe ya dawî jî got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, navendên otîzmê kirine kompleks û înstîtuyên perwerdekirina kadroyên taybet di warê otîzmê de û me 55 rahêner perwerde kirine ku li Soranê xizmetê dikin û 30 rahêner jî ji bo navenda Zaxoyê perwerde kirine, ku tevahiya wan rahêneran dikarin di vekirina navendên din de jî roleke bibandor bilîzin.”

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest