Beşek Çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di Meha Nîsanê ya Sala 2026an de

Tîmên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, ji bîst salan zêdetir e ku roj û şevên xwe xistine ser hev ji bo xizmetkirin û karên mirovî, da ku alîkarî û xizmetguzariyan bigihînin kesên hewcedar. Li vir em hinek ji çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di meha Nîsanê ya sala 2026an de pêşkêş dikin.
Di destpêka meha Nîsanê ya îsal (2026) de, bi amadebûna Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, û Gûhdar Şêxo, Serpereştyarê Rêveberiya Xweser a Zaxoyê, û hejmarek ji rayedarên hikûmî, bexşîner, nûnerên rêxistinên sivîl û partî, û rojnamevanan, roja Pêncşemê 02.04.2026 Navenda Hejar ji bo Otîzmê li Zaxoyê hat vekirin. Lêçûna avahiya navendê ji aliyê Hejar Şingalî û Îbrahîm Şingalî ve hatiye peyda kirin û erkê rêvebirin û îdarekirina navendê jî ji Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî re hatiye spartin, ku di vî warî de xwedî ezmûneke girîng e. Ji bilî navendên otîzmê yên li Hewlêr, Soran, Zaxoyê, di demeke nêz de dê navendên bi vî rengî li Dihokê jî bêne vekirin.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, li Komelgeha Dayikê ya li Soranê, bi boneya Roja Cîhanî ya Hişyariya Otîzmê, di 02.04.2026 de çalakiyên curbecur li dar xist. Di nav wan de çalakiyên akademîk, werzîşî û hunerî hebûn. Her wiha tabloya “Dara Pêkvejiyanê” hat pêşandan, ku tê de 52 zarokên hêja bi mamosteyên xwe yên dilsoz re bi mohrên tiliyan yên rengîn tabloyek zindî xêz kirin.
Armanca vê çalakiyê ew bû ku îsbat bikin ku otîzm cûdahî ye, ne nexweşî ye. Lewma erka me hemûyan e ku em jîngeheke wisa biafirînin ku ev zarok tê de bi temamî hest bi aramî û piştgiriyê bikin.
Her di Roja Cîhanî ya Otîzmê de, bi amadebûna Rêveberê Çavdêrî û Pêşketina Civakî li Amêdiyê, li Navenda Mala Girnijîn a li Amêdiyê gelek çalakiyên cuda hatin kirin. Di wan çalakiyan de hin diyarî wek rêzgirtin û piştgirî ji bo zarokan hatin pêşkêşkirin. Armanca sereke ew bû ku her tim girîngî bi daxwazên zarokên xwedî pêdiviyên taybet bê dayîn û piştgiriyeke rastîn ji bo pêşxistina şiyanên wan bê kirin.
Bajarê Morhead û Zaxo Hevalbendiya Xwe Ragihandin
Nûnera Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Amerîkayê (Xunav Emîn), li ser vexwendina Xanim Cîhan Brîfkî, beşdarî merasîma ragihandina hevalbendiya di navbera bajarên (Morhead û Zaxo) de bû. Ev merasîm di 05.04.2026 de hat lidarxistin û bi fermî hevaltiya di navbera (Morhead û Zaxo) de hat ragihandin.
Dabeşkirina Alîkariyên Darayî û Pêdiviyên Nav Malê li Zaxoyê
Nûnertiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Zaxoyê, bi hevkariya Dezgeha Azarê, di 05.04.2026 de alîkariyên darayî û pêdiviyên nav malê li ser 10 malbatên hejar û kêmdebar yên li Zaxoyê belav kir.
Koçberên Vegeriyayî yên Efrînê Alîkariyên Seretayî ji wan re Hatin Peyda Kirin
Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê, di 05.04.2026 de alîkariyên seretayî ji bo 200 malbat û wan koçberan peyda kir ku piştî demekê ji koçberbûnê vegeriyan cihên xwe yên li Efrînê. Alîkarî ji (xwarin, ava vexwarinê, şîr û diyarîyên zarokan) pêk dihatin.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, li Efrîn û Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê Nivîsîngehên wê hene û xizmetguzariyên cuda cuda pêşkêşî xelkê deverê dike.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û Wezareta Navxwe ji bo Rûbirûbûna Maddeyên Hişbirê bi Hev re Dixebitin
Şandeyeke Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di 06.04.2026 de serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Hewlêrê kirin û ji aliyê Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di wê civînê de ku serpereştyarê projeya kampanyaya neteweyî ya rûbirûbûna madeyên hişbir (Dr. Rewşt Reşîd) amade bû, bi berfirehî û bi awayekî zelal lidarxistina çalakî û karên hevbeş hatin gotûbêjkirin û behsa hevrêziya zêdetir ji bo bilindkirina asta hişyariya civakê li hember metirsiyên maddeyên hişbir hat kirin.
Her di wê civînê de biryar hat dayîn ku di demeke nêz de çalakî bi hev re dest pê bikin û di qonaxa yekem de ji bo hejmarek karmendên Wezareta Navxwe kursên perwerdehiyê werin vekirin.
Li Wargeha Xazirê Sepetên Xorekê Hatin Dabeşkirin
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, bi hevkariya (Qenala Şerqiyê), di 07.04.2026 de li Wargeha Xazir M1 ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê, sepetên xorekê li ser 146 malbatên niştecîhên wargehê belav kir.
Tevî ku Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî hemû hewldanên xwe kiriye da ku xizmeta zêdetir ji koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê re bê kirin, lê belê alîkariyên mirovî yên piraniya rêxistinên navneteweyî kêm bûne, an jî bi temamî nemane. Hikûmeta Federal a Iraqê jî qet bala xwe nade wan koçberan jî ku welatiyên Iraqê ne û li wargehên Herêma Kurdistanê dijîn.
Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrînê, di 14.04.2026 de digel pêşwazîkirina koçberên vegeriyayî yên Efrînê, alîkariyên curbecur pêşkêşî wan kirin.
Navenda Mala Girnijîn li Şêxanê, bi destpêşxeriyeke mirovî û bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û xêrxwazekî Êzdî yê li derveyî Kurdistanê, bi hatina Cejna Sersala Êzdiyan (Çarşema Sor), cil û bergên cejnê ji bo zarokên koçber û ezîzan (sêwî) li wargehên (Şêxan, Mam Reşan û Îsiyan) peyda kir. Vê çalakiyê ken li ser lêvên zarokan anî û ew pir kêfxweş bûn ku ji wan re cil û bergên nû hatin peyda kirin.
Nûnertiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Zaxoyê, bi hevkariya (IEH), di 18.04.2026 de li Zaxoyê 50 amûrên bêhnvedanê ji bo zarokan pêşkêşî Rêveberiya Tenduristiyê ya Zaxoyê kir.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, her tim giringiyeke mezin daye kerta tenduristiyê, bi taybetî di warê laşî û derûnî de û bi riya peydakirina xizmetguzariyên pizîşkî yên wekî: derman, pizîşk, avakirina navendên tenduristiyê, klînîkên gerok, peydakirina pêdiviyên tenduristiyê ji bo nexweşxaneyan û belavkirina hişyariya tenduristiyê, li gorî rêwerzên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), di 20 salên borî de jî di sektora pizîşkî de çalakî û projeyên curbecur li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê pêk aniye.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, di 19.04.2026 de kurseke taybet li ser “Zîrekîya Çêkirî di Karê Mirovî de” vekir, ku tê de mamoste Alan Star, wek pêşkêşkar bi awayekî zanistî û hûrgilî mijar ronî kir.
Di wê kursê de, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, endamên desteya rêveberiyê, rêveberên beşan û berpirsên nivîsîngehan beşdar bûn, hemîyan girîngiyeke mezin dan mijarê û gotûbêjeke berhemdar li ser encamên wê kirin.
Nûnertiya Amêdiyê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, di 19.04.2026 de alîkariyên xorekî û ne-xorekî ji bo malbateke ziyanlêketî li Şêladizê pêşkêş kir, ku ji ber lehiyê ziyaneke mezin dîtibûn.
Alîkarî ji van pêk dihatin: sepetên xorekê, cil û berg, betanî, amûrên paqijiyê, pêdiviyên nav malê (sobe û ocax).
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Brîtanyayê Beşdarî Bîranîna Enfal û Kîmyabaranê Dike
Awat Mistefa, Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Ewropayê, di 19.04.2026 de li nav avahiya Şaredariya Lambeth a Londonê, bi danîna taca gulan û vêxistina mûman, beşdarî bîranîna Enfal û kîmyabaranê bû.
Awat Mustafa, di merasîma vê bîranînê de, ku nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û endamên parlamentoyê û nûnerên partiyên Kurdistanî û balyozên Iraq û Brîtanyayê beşdar bûn, axaftinek pêşkêş kir, tê de bi berfirehî behsa beşdarbûna aktîf a dezgehê di projeyên alîkariya mirovî de kir ku ev yek refleksiyona bexşîna bexşîneran û xizmet û westiyana karmend û dilxwazên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bûye.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, di çarçoveya pêşxistina şiyanên karmendan û ewlehiya wan û amadekarîya ji bo her karekî alîkariya seretayî di dema bûyerên nexwestî de, li Komelgeha Dayikê ya li rêveberiya xweser a Soranê, kurseke “Hawar Hatina Seretayî” ji bo karmendên beşên cuda yên Komelgeha Dayikê vekir.

Kurs di rojên 15, 16, 22 û 23ê Nîsanê yên îsal (2026) de çar rojan dom kir. Dr. Karzan Osman, bi awayekî bi awayeke zelal û zanistî, dersên perwerdehiyê pêşkêş kir û beşdarvan bi nûtirîn rêbazên hawar hatina seretayî hatin nasîn.

Her wiha li Nivîsîngeha Germiyanê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, kurseke hawar hatina seretayî ji bo karmendên dezgehê hat vekirin.

Kurs di rojên 21, 22, 23ê Nîsana îsal (2026) de sê rojan dom kir. Dr. Rebaz Osman, bi awayekî zanistî dersên perwerdehiyê pêşkêş kir û beşdarvan jê sûd wergirtin.

Li Wargeha Xazirê Semînarek Taybet Ji Bo Rûbirûbûna Maddeyên Hişbirê Tê Lidarxistin

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, di çarçoveya projeya kampanyaya neteweyî ya rûbirûbûna madeyên hişbir, di 23.04.2026 de li kampa (Xazir M1) ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê semînarek li dar xist.

Di wê semînara ku 30 kes ji niştecîhên wargehê tê de beşdar bûn, gelek agahiyên berfireh û zanistî li ser madeyên hişbir, cureyên wan û bandorên wan yên metirsîdar û kujer hatin pêşkêşkirin.

Li Nivîsîngeha Helebceyê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, kurseke hawar hatina seretayî ji bo karmendên dezgehê li Helebceyê hat vekirin. Kurs di rojên 21, 22, 23ê Nîsanê yên îsal (2026) de sê rojan dom kir.

Her wiha di 27.04.2026 de li Perwerdehiya Amêdiyê, semînarek ji bo 25 mamosteyên dibistanên navîn û amadehiyên Amêdiyê û gundên derdora wê hat pêşkêşkirin.

Semînar ji aliyê Peyman Hisên, perwerdekarê kampanyaya hişyarkirina madeyên hişbir ve hat pêşkêşkirin, ku tê de gelek agahiyên berfireh û zanistî li ser madeyên hişbir, cureyên wan û bandorên wan yên metirsîdar û kujer hatin eşkere kirin.

Projeya kampanyaya neteweyî ya rûbirûbûna madeyên hişbir, yek ji girîngtirîn projeyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ye, ku di şeş sektorên cuda de kar dike.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û Damezrandina Vîzyon Fondasyonê Berfirehkirina Alîkariyên Xwe Gotûbêj Dikin

Sirwe Salih, Rêvebera Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Silêmaniyê û şandeya pê re,
Di 27.04.2026 de li Silêmaniyê, serdana (Damezrandina Vîzyon Fondasyonê) kirin û ji aliyê Adnan Osman, Serokê damezrandinê ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Armanca vê hevdîtinê hevrêziya zêdetir û berfirehkirina alîkariyên di navbera Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û Damezrandina Vîzyon Fondasyonê de bû. Her du aliyan jî kar û çalakiyên hevdu bilind nirxandin û tekez li ser karê hevbeş di warên cuda yên jiyana sivîl û alîkariya mirovî de kirin.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Di Peydakirina Pêdiviyên Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet de Dê Bidome

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, di berdewamiya projeya çavdêriya xwedî pêdiviyên taybet de, roja Sêşemê 28.04.2026 li Nivîsîngeha Dezgehê ya Hewlêrê, kursiyên tevger (wilcher) û pêdiviyên curbecur li ser kesên xwedî pêdiviyên taybet belav kir.

Her di berdewamiya projeya çavdêriya xwedî pêdiviyên taybet li Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û bi hevkariya dezgeha Amerîkî (LDS), di 29.04.2026 de nûnertiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Zaxoyê, kursiyên tevger (willcher) ji bo xwedî pêdiviyên taybet peyda kir.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, ji roja damezrandina xwe ve heya niha, bi piştgiriya bexşîneran û hevkariya hevkarên xwe, xizmeteke berbiçav ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet, li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê kiriye.

Tenê di sala borî (2025) de zêdetirî 482 kursiyên tevger (wêlçer) belav kiriye û di alîkariyên xorekî û ne-xorekî de jî bi sedan kesên xwedî pêdiviyên taybet, li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê sûd wergirtine.

Nûnertiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Zaxoyê, bi hevkariya xêrxwazekî, di 29.04.2026 de alîkariyên xorekî li ser 20 malbatên hejar û kêmdebar belav kir. Her malbatekê du kîlo goşt û 15 kîlo xwarinên cuda cuda hatin pêşkêşkirin.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Beşdarî Hevdîtina Derfetên Rêveberiya Raperînê Dike

Sirwe Salih, Rêvebera Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Silêmaniyê û şandeya pê re, di 29.04.2026 de li Zanîngeha Raperînê ya li Ranyayê, beşdarî “Hevdîtina Derfetên Rêveberiya Raperînê” bû, ku ji aliyê Damezrandina Vîzyon ji bo Lêkolînên Stratejîk û Zanîngeha Raperînê ve hat lidarxistin.

Ev hevdîtin çalakiyeke aborî ya girîng e ku tê de ronahî li ser hemû derfetên ji bo veberhênanê di devera Raperînê de tê kirin. Armanca wê ya sereke jî ew e ku projeyên nû û derfetên kar ji bo ciwanên deverê bên peyda kirin.

“Hevdîtina Derfetan” platformek taybet e ji bo ku xelkê deverê û sermayedaran bizanin ka di Raperînê de çi proje serketî dibin, û ew jî hewldanek e ji bo lêkolînkirina geşkirina binesaziya aborî û nasandina zêdetir a deverê.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, Pêşwazî li Şandeyeke Wezareta Navxwe Dike

Musa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, roja Pêncşemê 30.04.2026 li Serokayetiya Dezgehê ya li Hewlêrê, pêşwaziyê li Dr. Hêmin Mîranî, Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sirwe Resûl, Rêvebera Giştî ya Navenda Hevrêzî û Qeyranan li Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Şandeya Wezareta Navxwe, kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di bîst salên borî de bilind nirxand û amadehiya xwe ji bo hêsankirina karên mirovî yên dezgehê diyar kirin. Di heman demê de tekez li ser berdewamiya hevrêzî, hevkariya û karên hevbeş kirin.

Ji aliyê xwe ve Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, spasiya serdana şandeyê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest, her wiha hêvî kir ku karibin bi hev re karên zêdetir û xizmetên zêdetir pêşkêş bikin.

Hevkariya Malbatên Ziyanlêketî yên li Kerkûkê Tê Kirin

Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Kerkûkê, di 30.04.2026 de alîkariyên curbecur li çar malbatên li taxa Şoravê belav kir, ku ji ber berhevkirina avê ziyan dîtibûn.

Ev alîkarî bi hevrêziya digel Navenda Hevbeş a Hevrêziya Qeyranan (JCC) ya Kerkûkê hat kirin, ji bo piştgirîkirina wan malbatên ku mal û milkên wan ji ber bilindbûna asta ava averoyê ziyan dîtibûn.

Alîkarî ji bo her malbatekê ji van pêk dihatin: sê doşek, pênc betanî, du sepetên xorekê û yek berik.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, her tim di piştgirîkirina malbatên ziyanlêketî û kêmkirina bandorên bûyerên xwezayî û ne-xwezayî û nexwestî de, li hundir û derveyî Kurdistanê pêşeng bûye.

Dabeşkirina Alîkariyên Xorekî li Sînorê Mêrgesorê

Nûnertiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Bilê, bi hevkariya Dezgeha Hacî Yehya, 450 sepetên xorekî li pênc nahiyeyên tixûbê qezaya Mêrgesorê, li ser xelkê hejar û kêmdebar belav kir.

Ji aliyekî din ve nûnertiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Bilê, alîkariyên curbecur li ser 30 malbatên hewcedar ên li tixûbê qezaya Mêrgesorê belav kir. Alîkarî ji (betanî, doşek, balîf, sobe, ocax, sepetên xorekê û pakêta tenduristiyê) pêk dihatin.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, tevî nemana alîkariyên rêxistinên navneteweyî di vekirina kursên perwerdeyî, pîşeyî, hunerî û hwd., di nav wargehên koçber û penaberan de û li derveyî wargehan jî di vekirina kursan de berdewam e, van kursan bandorek berbiçav li ser jiyana beşdarên kursan kiriye.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, her di meha Nîsanê ya îsal de, ji bilî vekirina kursên alîkariya seretayî û hawar hatina lezgîn ji bo karmendên xwe di hemû nivîsîngehên dezgehê de û pêşkêşkirina semînarên rûbirûbûna madeyên hişbir ku bi sedan kes jê sûd wergirtin, di wargehên koçber û penaberan de û li derveyî wargehan jî 49 kursên pîşeyî, perwerdeyî, hunerî û tunekirina nexwendewariyê vekiriye, ku 352 kes ji wan kursan sûd wergirtine.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest