Em çiraya hêviyên ezîz û zarokên şehîdan pêdixin : Xula havînê ya taybet ji bo ezîz û zarokên şehîdan vedikin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi hevbeşî ligel Civaka Perwerdeyî ya Barzaniyê Nemir, di rêkefta 17/08/2026 de, xula havînê ya taybet bi ezîz û zarokên şehîdan di çarçoveya yekîneya ezîzan û Bêhevjînên Nivîsîngeha Hewlêrê – Mala Ezîzan vedike.
Ev xula havînê bi mebesta borandina demek bi sûd, tijîkirina dema ezîzan bi çalakiyên perwerdeyî û werzîşî û geşepêdana behre û şiyanên wan tê birêvebirin.
Di çarçoveya vê xulê de, çar xulên taybet di warên melevanî, taekwondo, satranc û muzîkê de tên birêvebirin.
Ji bo her xulekê 10 ezîz beşdar in; di nav de 5 keç û 5 kur, ku bi giştî 40 ezîz, ji her du regezan, ji van xulan sûdmend dibin.
Armanca xulan:
Melevanî: Bihêzkirina laş, fêrbûna jêhatîbûna xweparastinê di avê de û bexşîna enerjî û ruhiyeteke bilind bi ezîzan.
Taekwondo: Geşepêdana şiyana berevanîkirina ji xwe, bilindkirina baweriya bi xwe û rahênana derûnî li ser aramgirî û dîsîplînê.
Satranc: Bihêzkirina ramana stratejîk, zêdekirina şiyana balkişandinê û geşepêdana jêhatîbûna çareserkirina pirsgirêkan.
Muzîk: Geşepêdana zevqa hunerî, rexsandina derfetê ji bo derbirîna hestên navxweyî û bidestxistina aramiya derûnî.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Civaka Perwerdeyî ya Barzaniyê Nemir di riya van cure çalakiyên perwerdeyî û werzîşî û hunerî ve, hewl didin, jîngeheke dilxweş û tijî hêvî ji bo ezîzan dabîn bikin û derfeta geşepêdana şiyan û behreyên wan birêxsin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest