Deh sal hevkariya mirovî ligel rêxistin û dezgehên medyayî yên Almanyayê.. Mertala rêzlênanê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hat kirin

Bi boneya derbasbûna deh salan li ser karê hevbeş û hevkariya mirovî ligel rêxistin û dezgehên medyayî yên Almanyayê, mertala Rêxistina Destê Alîkariyê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hat kirin û hevbeşên Almanî; tekezî li ser berdewamî û berfirehkirina projeyên mirovî li Herêma Kurdistanê kirin.
Di civîneke medyayî de ku roja duşemê, 12ê Cotmeha 2026an li serokatiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê hat lidarxistin, bi boneya deh sal hevkarî û hevkariya mirovî di navbera Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hejmareke rêxistin û dezgehên medyayî yên Almanyayê de, mertala rêzlênanê pêşkêşî serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hat kirin.
Di kongreyê de, beşdaran behsa encamên deh sal hevkariya hevbeş, projeyên mirovî ji bo koçber û penaberan, piştgiriya zarokên xwedî pêdiviyên taybet û girîngiya berdewamiya hevkariyên navneteweyî ji bo Kurdistanê kirin.
Mûsa Ehmed: Di çarçoveya 22 projeyan de, şeş milyon Euro alîkariya mirovî hatiye kirin
Mûsa Ehmed, serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di gotara xwe de amaje bi rola rêxistinên Almanî yên hevbeş û gelek dezgehên medyayî kir û ragihand ku di deh salên borî de, Caritas a Almanî li Essen, Friedensdorf (Gundê Aştiyê), Rêxistina Destê Alîkariyê, Rêxistina Franziskan û çend rojnameyên navdar ên Almanyayê, di 22 projeyên dezgehê de li nav kampan û derveyî kampan, hevbeş û piştgirên çalak bûne.
Wî jî xiste rû ku nirxê alîkariyên wan ên cuda gihîştiye zêdetir ji şeş milyon Euro û ew alîkarî parêzgehên Hewlêr û Neynewa jî di nav xwe de digirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, her wiha amaje bi berdewamiya xebata hejmareke navendên dezgehê kir ku bi hevkariya hevbeşan, li Amedî, Şêxan û Şingalê, di bin navê “Girnijîn” de, xizmetê ji zarokên xwedî pêdiviyên taybet re dikin. Vegerîna beşek ji wan zarokan bo xwendina asayî jî wek yek ji wan encamên cihê dilxweşî û serbilindiya hemûyan hesiband.
Mûsa Ehmed, di beşeke din a gotara xwe de amaje bi wê yekê kir ku di çarçoveya civînên hevbeş de, piştrastî hatiye dayîn ku rêxistin û rojnameyên Almanî dê berdewam bin li ser piştgirîkirina kar û projeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, spasiya taybet a xwe pêşkêşî nûnerên rêxistin û dezgehên medyayî yên hevbeş kir û rêz ji bo wan hewl û piştgiriyên ku di deh salên borî de ji bo projeyên mirovî û xizmeta koçberan û kesên hewcedar hatine dayîn, dubare kir.
Lothar Molle: Em li Kurdistanê dimînin û karên xwe berfirehtir dikin
Lothar Mollers, rojnamevan û serokê Rêxistina Destê Alîkariyê, di gotara xwe de tekez li ser berdewamiya piştgiriyan ji bo Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê da ku rojnameya wan zêdetir ji milyonek xwendevan heye û berdewam ji bexşer û xwendevanên xwe xwestine ku alîkariya Herêma Kurdistanê bikin. Bi armanca ku piştgiriyên mirovî berdewam bin û xizmet ji bo awareyan û kesên hewcedar berfirehtir bibin.
Mollers tekez li ser wê yekê kir, di demekê de ku Amerîka û hinek rêxistinên navneteweyî ji piştgiriyên xwe vekişiyane, ew ne tenê berdewam dibin, lê hewl didin çalakiyên xwe zêdetir berfireh bikin.
Wî bi amajekirina rewşa koçberan û zextên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pesnê wan hewlan da ku ji bo dabînkirina cih û xizmetê ji bo koçberan û kêmkirina barê kampan tên dayîn.
Serokê Desteya Alîkariyê her wiha amaje bi projeyên wan di warê tenduristî, piştgiriya jinan, zarokan û kesên xwedî pêdiviyên cuda kir û got: Li mala “Girnijîn”ê, 250 zarokan ji xizmetan sûd wergirtine û vegeriyane ser xwendina asayî; ew jî encameke cihê dilxweşî û serbilindiyê bû.
Mollers eşkere kir ku piştî bidawîbûna betlaneya havînê, hêvîdar in bi kar û çalakiyên berfirehtir vegerin. Wî jî dubare kir ku erka rojnamevan û ragihandinê tenê bi alîkariya darayî sînordar nabe, lê ew dixwazin xelkê Almanyayê zêdetir ji Kurdistanê û rewşa mirovî ya herêmê agahdar bikin.
Claudia Popp Mollers: Em ne tenê du dezgehên mirovî ne, em heval in
Claudia Popp Mollers, seroka Friedensdorf (Gundê Aştiyê), di gotara xwe de têkiliya di navbera aliyan de wek têkiliyeke tenê saziyî wêne nekir, lê tekezî li ser wê yekê kir ku ew hevalên hev in û pênc sal e bi hev re ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kar dikin.
Wekî ku behs kir, destpêka hevkariyên wan ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di warê piştgiriya bijîşkî ya zarokan de bûye, her ji wê barê ve got: Di destpêkê de nêzîkî 300 zarok hatin pişkînîn û di nav wan de neh zarok hatin hilbijartin ku nedikarî li Kurdistanê tedawiya bijîşkî ji bo wan bê kirin; ji ber vê yekê ji bo tedawiyê hatin şandin Almanyayê.
Claudia Mollers, amaje bi xirabtirbûna rewşa nav kampan kir û ragihand ku tevî şandina derman û pêdiviyên bijîşkî, pêdiviyên herêmê gelek ji wê zêdetir in û divê alîkariya zêdetir bê kirin.
Li gorî wê, zarokên ji zêdetirî 200 neteweyan li dezgeha wan tedawî û piştgirî werdigirin û bi hev re bi hevaltî û têgihiştinê dijîn; wê jî ew wek nimûneyeke girîng a pêkvejiyan û hevaltiya di navbera mirovan de da nasîn û hêvî xwest ku siyasetmedar jî bikarin heman giyanê hevaltî û hevkarî û têgihiştinê hebe.
Jan Jessen: Kurdistan di qeyranan de li kêleka koçberan rawestiyaye
Jan Jessen, serokê Dezgeha Medyayî ya Funke û cîgirê serokê dezgeha Caritas Essen, di gotara xwe de bi behskirina serdana xwe ya 15 sal berê bo Kurdistanê, amaje bi wê yekê da ku di wê demê de xelkek tijî hêvî û enerjî dîtiye.
Wî bi amajekirina qeyranên mirovî yên mezin ên herêmê, bi taybetî qeyrana awarebûna xelkê ji Sûriyê di sala 2011an de spasî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û xelkê Kurdistanê kir ku bi hemû hêza xwe ve bi hawara awareyan ve çûne.
Jessen got: Di wê demê de xelkê Kurdistanê heta doşek û betanî û xwarina malên xwe ji bo awareyan dianîn û bi vî awayî roleke girîng di kêmkirina êş û azarên wan de lîstin.
Her wiha amaje bi kêmbûna piştgiriyên navneteweyî piştî şerê DAIŞê kir û got: Mixabin piştî têkşikandina DAIŞê di sala 2017an de hîn jî kamp tijî aware ne û pêdiviyên mirovî berdewam in.
Serokê Dezgeha Medyayî ya Funke ragihand ku ew li Kurdistanê dimînin û karên xwe berfirehtir dikin. Her wiha xizmeta dilxwazane ya ji bo awareyan ji aliyê Mûsa Ehmed û tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve li Rojavayê Kurdistanê wek bîranîneke girîng û cihê rêzê da zanîn.
Berdewamiya hevkariyan; peyamek ji bo paşeroja karê mirovî li Kurdistanê
Şêrzad Thomas, serokê Caritas li Iraqê, di rîwresmê de amade bû û erka wergerîna gotaran di navbera zimanên Kurdî û Almanî de girt ser milên xwe.
Di dawiya rîwresmê de, Lothar Mollers, rojnamevan û serokê Rêxistina Destê Alîkariyê, qelxana rêzlêdana rêxistina xwe pêşkêşî Mûsa Ehmed serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest