Niştecîhbûna bi rûmet; ji peyama Neteweyên Yekbûyî heta projeyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Bi boneya Roja Cîhanî ya Niştecîhbûnê (World Habitat Day), ku îsal di 5ê Cotmehê de ye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez dike ku niştecîhbûna bi rûmet bingeha keramet, ewlehî û derfetên jiyanê ye.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi rêya sektora Shelter û dabînkirina cihê niştecîhbûnê, berdewam e di cîbicîkirina proje û pengavên kirdarî de ji bo dabînkirina penageh û niştecîhbûna bi rûmet ji bo koçber û penaberan û malbatên kêmdahat û hewcedar.
Ji bo vê yekê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di çarçoveya çend projeyên cuda de, hewl daye yekîneyên niştecîhbûnê ji bo xelkê hejar û kêmdahat dabîn bike, diyartirîn projeyên wê jî ev in:
Projeya Nûjîn
Di çarçoveya vê projeyê de, xanî bi temamî kelûpelên navmalê ve ji bo malbatên hejar û kêmdahat li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê tê dabînkirin, da ku malên wan veguherin cihên aram, parastî û bi rûmet ji bo jiyanê.
Dabînkirina yekîneyên niştecîhbûnê ji bo malbatên şehîdan li Dihokê
Di çarçoveya dilsoziya bi xwîna pak a şehîdan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekîneyên niştecîhbûna nûjen ji bo kesûkarên şehîdan dabîn kir, da ku jiyaneke aramtir û serbilindtir ji wan re misoger bike.
Projeya avahiyên Bineslaweyê
Proje armanc dike yekîneyên niştecîhbûna guncaw û nûjen ji bo malbatên kêm-dahat dabîn bike û bingehê jiyaneke aram û bi îstiqrar xurt bike.
Avakirina 20 xaniyan li Şingalê – Komelgeha Hirdan û Borek ji bo ku jiyaneke aramtir û serbilindtir ji wan re misoger bike.
Projeya BCF City
Avakirina komeke niştecîhbûnê ye bi xizmetguzariyên bingehîn, wek gaveke pratîkî ji bo kêmkirina hejariyê û dabînkirina jîngeheke tendurist û bi rûmet ji bo malbatên hewcedar.
Di Roja Cîhanî ya Niştecîhbûnê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez li ser berdewamiya hewlên xwe yên mirovî dike da ku her malek ne tenê banek be, belku cihê parastina keramet û ewlehiyê be û tijî hêvî û umêd be.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam e di avakirina stargehên bi rûmet de, ta ku tu malbatek bê star û bê hêvî nemîne.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest