Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wek Parêzvanên Mirovahiyê diçe Kongreya Amerîkayê

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi rêya nûnertiya xwe li Amerîkayê, bernameyeke taybet bi navê «Parêzvanên Mirovahiyê» li Avahiya Rayburn, li Kongreya Amerîkayê li Washingtonê, pêşkêş dike; ev jî pengaveke ji bo nasandina zêdetir û firehkirina têkiliyên mirovî û civakî yên Dezgehê di asta navneteweyî de.
Xunav Emîn, Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîkayê, serperiştiya bernameyê dike û ragihand, hejmareke mezin ji kesayetiyên siyasî û heta endamên Kongreyê jî di dema birêveçûna merasîmê de amade dibin, da ku ji nêzîk ve bi kar û çalakiyên yek ji çalaktirîn dezgehên di warê alîkariya mirovî de ku wekî “Parêzvanên Mirovahiyê” kar dike, nas bikin ku ew jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye.
Ev bernameya ku biryar e roja Duşemê, 9/11/2026, ji saet 2:15 heta 5:15ê piştî nîvro were lidarxistin, bi navê «Rêzgirtina ji Wêrekiyê, Rêzgirtina ji Mirovahiyê û Zindîkirina Hêviyan» balê dikişîne ser nirx û bihayê xizmetkirin, qurbanîdan û hevkariya mirovî.
Di çarçoveya bernameyê de, rêz ji ezmûn û qurbanîdana leşkerên Amerîkayê û Pêşmergeyên Kurdistanê tê girtin; bi taybetî ew hevkariya hevbeş a ku li dijî terorîzma DAIŞê û ji bo parastina jiyana welatiyan û bihêzkirina ewlehiyê hatiye kirin. Her wiha, girîngiya pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên olî û neteweyî, rêzgirtina ji cudahiyan û parastina azadiya olî û nasnameyên çandî tê raberkirin.
Beşeke din a bernameyê taybet e bi rêzgirtin û pesindana wan kes û aliyên ku bexşîn û piştgiriyên wan bûne sedema berdewamiya proje û çalakiyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo malbatên hejar û hewcedar û koçber û penaberan.
Birêvebirina van cure bernameyan di asteke navneteweyî de û li cîhekî girîng wekî Kongreya Amerîkayê, derfeteke ji bo nasandina zêdetir a erk û peyama mirovî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, nîşandana ezmûna wê ya salane di warê alîkariya mirovî de û têkilîkirina bi sazî û kesayetiyên xêrxwaz û piştgirên karên mirovî re.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ku ji sala 2005an ve di warê xizmetkirina mirovahiyê de çalak e û di sala 2016an de destûra kar li Amerîkayê wergirtiye, bi rêya hevkarî û hevpeymaniyên xwe yên navneteweyî hewl dide, qada xizmetên xwe yên mirovî firehtir bike û piştgiriya zêdetir ji bo wan kesan dabîn bike ku pêdiviya wan bi alîkarî û lênêrînê heye.
Ev bername di 9ê Mijdara 2026an de, ji aliyê Xunav Emîn, Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîkayê ve tê birêvebirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest