Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wek endamek ji şandeya Iraq û Herêma Kurdistanê, beşdarî di sî û yekemîn Konferansa Aliyên Peymana Çarçoveya Neteweyên Yekbûyî derbarê Guherîna Avûhewayê (COP31) de kir, ku li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê tê lidarxistin.
Karzan Nûrî, Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, wek beşdarekî konferansê, tekez li ser bihêzkirina têkiliyan ligel alî û rêxistinên navneteweyî kir ku di warê parastina jîngehê û rûbirûbûna guherîna avûhewayê de kar dikin, her wiha sûdwergirtina ji ezmûn û rêkarên cîhanî ji bo pêşxistina vê warî li Herêma Kurdistanê wek karekî niha yî hesiband.
Ew yek jî dubare kir ku parastina jîngehê û beşdarî di avakirina jîngeheke tendurist û guncaw de, yek ji mijarên girîng ên plana demdirêj a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye û ligel pêkvejiyanê, parastina jîngehê û felsefeya mirovdostane ya Barzaniyê Nemir hevrêz e.
Di heman demê de, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çend şev û roj in bi amadebaşiyeke tevahî ve mijûlî pêşkêşkirina alîkarî û xizmetguzariyên cûrbecûr in ji bo wan welatiyên ku ji ber lehiyê zirar dîtine; ev jî di çarçoveya berdewamiya erkê mirovdostane yê dezgehê de ye ji bo xizmetkirina gel û civakê.





