Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî(DXB) pêşwaziya şandekî Konsolxaneya welatê Çîn li parêzgeha Hewlêrê kir û li hevdîtinê de li ser nêzîkbûna zêdetir û giringîdana bi karê hevbeş her dû alî hevre bûn û rewşa mirovî ya Kurdistan û Iraqê nirxandin.
Îro rêkefta 05.09.2018 şandekî Konsolxaneya welatê Çînê bi mebesta zêdetir nêzîkbûnê û nirxandina rewşa mirovî ya navçeyê bi serpereştiya Konsolê Giştî birêz Ma Yalunx serdana nivîsîngeha serekî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgehê û Karzan Nurî Berpirsê Program û Peywendiyên Dezgehê ve hate pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de rewşa mirovî ya li Kurdistan û Iraqê da hate nirxandin û rola her dû aliyan li warê mirovî da bilind hate nirxandin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Konsolxaneya welatê Çînê peywendiyên di navbera wan li paşarojê de jî berdewam dibê û biryare li sala pêş da çend projeyekî taybet bi meşqa pîşeyî û dabînkirina hela kar pêkve bi hevbeşî birêvebibin.