Rêkefta 30.08.2020 birêz Marcin Kobyak Balyozê Polonya li Iraqê, serdana Baregeha Serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgehê ve hate pêşwazî kirin.
Mebesta vê serdanê zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan û pêkanîna peywendiyeke baştir û encamdana karên hevbeş yên li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistinên Polonyayiyan bû.
Birêz Marcin Kobyak karên xêrxwazî û miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind nirxand û hêvî xwest peywendî û hemahengiyeke zêdetir li navbera Dezgehê û rêxistinên Polonyayiyan da hebê. Birêz Musa Ehmed palpiştî û hemahengiya rêxistinên Polonyayiyan li karê mirovî yên li Herêma Kurdistanê de bi girîng wesif kir û piştrastiya karê hevbeş û zêdetir xizmetkirina bi aliyên mîhvan da kir.