Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Bexda zîncîreyek hevdîtinan encamda

Şandekî bilinda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi serpereştiya birêz Musa Ehmed Serokê DXB li Bexdayê çendîn hevdîtinan li gel her yek li Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê û Serokê Komîsyona Mafên Mirovê Iraqê û Wezîrê Werzîş û Lawan ya Iraqê encamda.

Rêkefta 11.02.2019 bi mebesta nirxandina rewşa koçberan û kêmiya xizmetguzariyê û kêşeyên wan şandekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi serpereştiya Serokê Dezgehê li gel birêz Nufil Beha Musa Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê civiya.

Li hevdîtina ku li Nivîsîngeha Wezaretê li Bexda hatibû rêkxistin tîşk xistin li ser rewşa koçberan û kêmiya xizmetguzariyan û kêşeyên wan. Her wiha birêz Wezîr hewlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li xizmetkirina koçberan bilind nirxand û got: DXB dewreke bilind li parastina koçberan bi giştî û pêkhatên Iraqê bi taybetî de hebûye. Her wiha biryardan Wezareta Koç û Koçberan û DXB pêkve zêdetir kar bikin li kêmkirin gîr û giriftên koçberên li wargehan û derveyê wargehan da.

Her li dirêjahiya hevdîtinê de birêz Serokê Dezgehê li gel birêz Eqîl El Mensurî Serokê Komîsyona Mafên Mirov ya Iraqê civiya. Li hevdîtinê de rewşa mafên mirov li Iraqê û kêşeyên li ber karê mirovî li Iraqê bi giştî hate nirxandin û di demeke nêzîk da rêkeftinnameya pêkve karkirina li navbera DXB û Komîsyona Bilinda Mafên Mirov tê îmza kirin.

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her li vê serdana Bexdayê de li gel birêz Dr Ehmed El Ebeydî Wezîrê Werzîş û Lawan ya Iraqê civiya. Birêz Wezîr bi şanda DXB ragihand: Dezgeh bi karê miroviyê bilinde cihê destên wê li ser dilê mirovan bi cîh hişt. Karên DXB dergeheke girîng bûye li kêmkirina êş û azarên xelkê Iraqê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest