Komîsyona bilinda penaberên ser bi Neteweyên Yekgirtî serdana DXB kirin

Bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna li kar û çalakiyên xêrxwazî û miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêzgirtina li kar û barên dezgehê, birêz Bruno Geddo Nûnerê Taybetî yê Komîsyona Bilinda Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNHCR) serdana DXB kir.

Li vê serdana Nivîsîngeha Serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêr, birêz Bruno Geddo Nûnerê Taybetî yê Komîsyona Bilinda Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNHCR) ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Karzan Nurî Berpirsê Program û Peywendiyan ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Li hevdîtineke di navbera her dû aliyan da tîşk xistin li ser karubarê taybet bi hevkarîkirina penaber û koçberan li wargehên Herêma Kurdistanê û tekez li ser karê hevbeş û hemahengiya zêdetirê di navbera her dû rêxistinan kirin bi navê berfirehtir kirina kar û çalakiyan û xizmetkirina koçber û penaberên wargehan û her wiha rewşa mirovî li navçeyê mijareke dinê hevdîtina di navbera her du aliyan bû.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Komîsyona Bilinda Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNHCR) li beranber kar û çalakiyên xêrxwazî û miroviyên berdewamên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku pêşkêşî koçber û penaberan û lêqewimiyên li Herêma Kurdistan û Iraqê pêşkêş dike, spasnameyeke taybet pêşkêş bi dezgehê kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest