Rêkefta 07/07/2021 li hola werzîşî ya Kolêja Perwerdeya Werzîşî ya Zanîngeha Selahedîn li bajarê Hewlêrê, bi helkefta dawî hatina duyemîn projeya dirustkirina pela destkird ya ji bo (100) kesan ku bi hevkarî û hemahengiya dewleta Kuweyt û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî tê bi cîhkirin bi amadebûna birêzan (Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, Dr. Omer Elkîndirî Konsolê Giştî yê Dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê, Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustî, Kwêstan Mihemed Wezîra Kar û Karubarê Civakî û nûnerên hejmarek ji rêxistinên cîhanî û navxweyiyan birêveçû.
Li destpêka rêwresmê da bi xulekek rawestana ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpêkir û paşê gotara bixêrhatina mîhvanan hate xwendin û tîşk xistin li ser girîngiya vê projeyê ku çîneke diyarkiriya li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê sûdmend dibin û encamdana projeya zêdetirê van cûreyan bi pêwîstiyekî niha hate zanîn.
Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê: Gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Konsolgeriya dewleta Kuweyt dikîn ku pêkve projeyeke wiha girîng bi cîh dikin.
Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê li gotara xwe ya li vê helkeftê de tîşk xiste li ser girîngiya vê projeyê û ragihand: Gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Konsolgeriya Dewleta Kuweyt dikîn ku pêkve projeyeke wiha girîng bi cîh dikin û li êş û azarê van birêzan têdigihin û hewla pirkirina kêmasiyan didin bi navê wê yekê ku dûbare dest bi jiyana xwe ya asayî bikin.
Omer Elkindirî Konsolê Giştî yê dewleta Kuweyt: Şanaziya bi hevbeşiyê li gel birayên xwe yên li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve dikîn
Dr. Omer Elkindirî Konsolê Giştî yê dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û ragihand: Li rastiyê da gelek xweşhalîn bi amadebûna xwe ya li van rêwresman ku têda destkeftên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibînîn û berhema hevbeşî ya di navbera Dezgeh û dewleta Kuweyt û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî bi taybetî, li rastiyê da ev helmete bêwêneye navê (El Kuweyt Bicanibkim) ya hilgirtiye li destpêka sala 2015 ve destpêkiriye û bi destpêşxeriya cenabê xwedê jêrazî Şêx Cabir Ehmed El Cebar El Subah ku destpêşxerê pêşkêşkirina hevkariyê li stûyê xwe girt û ji bo birayên me yên li Komara Iraqê û kêmkirina êş û azarên wan, palpiştên ji bo karê mirovî ya li vê helmetê de cûda bû li ser çendîn kert û yek ji aliyên girîng aliyê tendirustiyê bû ew jî danîna pela destkird bû. Spas ji bo xwedê heta niha me kariye bi hevkariya rêxistina karê xêrxwaziyê li Herêma Kurdistanê û hevkariya Hikumeta Herêma Kurdistanê û hêsankariya li parêzgeha Hewlêrê çareseriyê li zêdetirê 887 kesan bikîn. Niha xweşhalîn bi amadebûna
Birayên me û kurên me piştî wergirtina çareserî û dawîanîna bi danîna pela destkird bi cûreyek vegerin jiyana xwe ya taybetî û bibin aliyekî dirust kirina civakê, armanca vê helmetê jî pêkhatibû ji dirustkirina mirov û avakirin û bi hevkariya xwedayê mezin serkeftina bêpayan jî bi destve anî.
Ev helmet jî serkeftî nedibû eger bi bê hewla birayên me yên li Herêma Kurdistanê çi aliyê hikumetê li parêzgehan û bi taybetî birayên me yên li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku şanaziyê bi hevbeşiyê dikîn li gel we yîn ku aliyên karê xêrxwaziyên cûr bi cûr bû û li rastiyê da rijd bûn li ser diyarxistina vê helmetê bi awayeke xweşik.
Hêviya serkeftin û serfîraziyê ji bo hemûyan dikîn, dewleta Kuweyt sozê dide we bi berdewamî yarmetî û hevkariyê pêşkêş bike ku dikarê li kêmkirina nexweşiyên birayên me yên li koçber û penaber û ewên li Herêma Kurdistanê ne û li hemû parêzgehên Iraqê ne.
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Li vê projeyê da bibê cûdahiyê li parêzgehên Kurdistan û Iraqê sûdmendbûne û hêvîdarîn bibîn cihê baweriya hemû aliyek.
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêşkir û balkişand li ser wê yekê û got: Gelek spasiyên bêpayan li dewleta Kuweyt û Konsolxaneya dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê dikîn ku berdewam destpêşxeriyeke gelek baş bûye ku me kariye li gel cenabê wan peywendiyeke gelek baş li gel welatên Kuweyt û dewruber dirust bikîn, rêxistina dewleta Kuweyt roleke ber bi çav ya li hevkarîkirina koçber û penaberan de heye.
Ev proje ji bo cara duyeme pêkve encam didîn, birastî bandoreke gelek mezin heye û piştrastim ku tu kes ji me wekî sûmendbûyan li nirxê vê projeyê nizanin. Ev proje zêdetirê 296 hezar dolarên Amerîkî têçûye û bandoreke gelek baş hebûye, li vê projeyê da bibê cûdahiyê li parêzgehên Kurdistan û Iraqê sûdmendbûne û hêvîdarîn bibîn cihê baweriya hemû aliyek.
Xanima Kwêstan Mihemed Wezîrê Kar û Karubarê Civakî: Spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ku wan berdewam roleke mezin bi xizmetkirina çîn û twêjên civakê.
Xanima Kwêstan Mihemed Wezîrê Kar û Karubarê Civakî gotarek pêşkêşkir û balkişand li ser wê yekê ku pîrozbahiyê li wan birêzan dikîn ku li projeyeke wiha girîng da pela destkird hatiye dirustkirin, ev birêzan dikarin rola xwe li dam û dezgehên hikumetê da bibînin, her wiha şiyana xwe ji bo gihîştina bi xewn û hêviyên bikarbînin, em li Hikumeta Herêma Kurdistanê sozê didîn kêmasiyê li xizmetkirina kêmendaman û hevkarîkirina wan de nakin. Em xwe bi parêzerê maf û îmtiyazatên wan dizanîn. Li dawiyê da gelek bi germî spasî dewleta Kuweytê dikîn ku çendîn care destê alîkariyê ji bo kemendaman û xwediyê pêdiviyên taybet dikin. Her wiha gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn berdewam roleke mezin bi xizmetkirina çîn û twêjên civakê bi kemendaman ve jî dîtine.
Rêwresm bi çend nimayişeke werzişî û şano û govend û helperkê û dabeşkirina diyariya bi dawî hat.