Rêxistineke biyanî li gundekî Kurdistanê xwendingeh ava dike

Rêkefta 08/07/2021 birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgehê û tîma beşa peywendiyên giştî û ragihandinê pêşwaziyê li birêz Jhon Miller Serokê Rêxistina One Vision International li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pîrozbahiyê li Jhon Miller wekî Serokê nû yê rêxistina navbihûrî kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê li karên wî û hemahengiya zêdetirê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina One Vision International xwest.

Her li vê hevdîtinê de tîşk xistin li ser wan projeyên di demên derbasbûyî de pêkve ji bo xizmetkirina çîn û twêjên civaka nîştecih û koçber û penaberan hatine encamdan û heman demê de behsa dirustkirina xwendingeheke bingehîn ya ji bo gundê (Konegund) ya ser bi devera Barzan kir ku rêxistina navbihûrî erkê dirûstkirina xwendingehê girtiye stûyê xwe.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest