Ji bo 500 malbatên bêhevjîn goştê qurbanê û paketa xorek û tendirûstiyê hate dabîn kirin

Li çarçêweya projeya goştê qurbanê de bi helkefta cejna qurbanê ku salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî û dewleta Kuweyt û xêrxwazên Kurdistanê encam dide, li îsal da duyem roja cejna qurbanê da 500 malbatên bêhevjîn ku xwediyê zarokane, goştê qurbanê û paketên xorek û tendirûstiyê wergirtin.

Rêkefta 21.07.2021 li çarçêweya projeyên cejnê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û li duyem roja cejna qurbanê da, li nivîsîngeha serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Hewlêrê projeya dabeşkirina goştê qurbanê ku ji aliyê Heyva Sora Îmaratî ve hatibû dabînkirin li gel paketa xorek û tendirûstiyê ku ji aliyê xêrxwazek û dezgehê ve hatibû dabînkirin li ser 500 malbatan da hate dabeşkirin.
Di derbarê çawayiya birêveçûna projeyê û xistinerûya zanyariyên zêdetir, birêz Omer Ehmed Berpirsê Beşa Azîzan û Bêhevjînan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Wekî nerîteke salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helkeftên taybet da bernameya dabeşkirina hevkariya cûr bi cûr heye, ji bo wan zarokên ku ji aliyê me ve hatine tomarkirin. Li îsal da û li meha remezanê da me bernameya dabeşkirina mûçeyan hebû û ji bo 11.121 zarok ji aliyê Heyva Sora Îmaratî û 4.139 zarokên sêwî ku ji aliyê kompanya û xêrxwazên Kurdistanê ve hatibûn sponserkirin 13.500.000 dolarên Amerîkî li ser wan da hatiye dabeşkirin. Her wiha îsal da komek çalakiyên din ji bo cejna remezanê û cejna qurbanê hebû ku ji kirîna cilubergên cejnê ji bo zarokên sêwî, li gel dabeşkirina paketên xorek û goştê qurbanê, ewê îro encam didîn, dabeşkirina goştê qurbanê ye bi sponseriya Heyva Sora Îmaratî ya ji bo 500 zarokên sêwî (azîz).
Her wiha li çalakiyeke din da ku îro encam didîn pêkhatiye ji dabînkirina paketên ji xorekê ji bo 500 malbatan ku zarokên sêwî hene ji aliyê xêrxwaz (Parêzer Sefîn) û paketên tendirûstiyê jî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve ji bo van malbatan hatiye dabînkirin.
Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ji bilî li dabeşkirina hevkariyên cûr bi cûr, ji aliyeke din ve komek çalakiyên taybet heye ji bo azîzan encam didîn. Ew jî pêkhatiye ji vekirina xûlên fêrbûna ziman û dabînkirina karteke taybet bi yaneya Hespsiwarî û Aqua Tarîn û hewl didîn li paşerojê de karên zêdetir û projeyên rengîntir ji bo zarokan û jinên bêhevjîn encam bidîn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest