Nêzîkî 20 hezar malbat ji projeya goştê qurbanê sûdmend dibin

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Spasî welatên alîkarbexş û xêrxwazan dikîn ku berdewam palpiştiya projeyên me yên xêrxwaziyê dikin
Rêkefta 20.07.2021 bi helkefta cejna qurbanê û li yekem roja rêwresma cejnê da li Serbirxaneya Bajarê Hewlêrê rêwresma kuştina 116 Conega û 66 ser pez ku bi hevkarî li gel Heyva Sora Îmaratî û Emaneya Giştî ya Dewleta Kuweyt û rêxistina Yed Rehme ya geşepêdan û hawar hatinê û Heyva Sora Iraqî ya leqa Hewlêrê û Heyva Sora Tirkî û xêrxwazên Kurdistanê birêveçû.

Li civîneke rojnamevaniyê da birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tîşk xiste li ser projeya goştê qurbanê û ragihand: Bi dil ve gelek spasî Emaneya Giştî ya Ewqafa Kuweytî û Konsolxaneya Giştî ya dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê û Heyva Sora Îmaratî û Dewleta Îmarat û Konsolxaneya dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê û xêrxwaz û xwedê dayiyên Kurdistanê dikîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirine çavkaniyek û pirek li navbera xêrxwazan bi armanca gihandina alîkarî û hevkariyan bi bê cûdahî li ser hejaran û koçber û penaberan û xelkê xwecihiyê Kurdistanê da dabeş bikîn. Eve cihê serbilindiye ji bo me û spasî baweriya wan ya berdewam dikîn.

Her wiha Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li vê projeyê da nêzîkî 20 hezar malbat li wergirtina goştê qurbanê de sûdmend dibin ku her malbatek (1.5 kgr) goşt werdigrin bi ber çav girtina rêkarên tendirûstiyê û bilindbûna pileyên germahiyê goşt li rêya otombêlên sarker ve digihînin malbatan û dabeş dikîn.

Musa Ehmed di derbarê hejmara wan ajalên ji bo vê projeyê têne kûştin û dikine qurban, balkişand li ser wê yekê: ji bo îsal zêdetirê 116 Conega û zêdetir 66 ser pez ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û dewleta Kuweyt û Îmarat û piştevanan û Heyva Sora Iraqî û rêxistina Yed Alrehme ya geşepêdan û hawar hatinê û Heyva Sora Tirkî ve hatine amadekirin û li bajarên (Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Dihok, Nînowa, Helebçe) hate bi cîhkirin.

Di derbarê awayê dabeşkirina projeya goştê qurbanê li bajar û bajarok û ew cihên ku malbat jê sûdmend dibin. Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê: Li gor wê plana hatiye danîn awayê dabeşkirinan bi vî awayî dibin: Li Hewlêrê nîştecihên wargehên (Behirkê, Hesenşam1-2, Xazir, Dîbege, Kevirgosk, Quştepe, Basirme, Dareşekran) û 500 malbatên xwedî zarokên azîz sûdmend dibin ku hemû hejmara sûdmendan dike (13.521) malbat. Her wiha ji bo parêzgehên Helebçe û Silêmanî û Îdareya Germiyan bi heman awayî (2.000) malbat û li parêzgeha Dihok û dewrubera wê û wargeha Berdereş (2.060) malbat û li parêzgeha Nînowa (1.000) malbat û li parêzgeha Kerkûkê jî (1.000) malbat ji projeya goştê qurbanê sûdmend dibin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest