Zarokên sêwî ji aliyê xêrxwazên Polonya ve hatin hevkarî kirin

Xêrxwazên welatê Polonya hevkariya maddî pêşkêşî zarokên sêwî li çarçêweya projeya Çavdêriya Azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin ku kefaleta hejmarek zarokan girtin stuyê xwe.
Rêkefta 19.07.2021 li çarçêweya projeya Çavdêriya Azîzan û bi helkefta cejna qurbana pîroz ve, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya xêrxwazên welatê Polonya hevkariya maddî ku pêkhatibû ji 3.500 dolarên Amerîkî li ser 16 zarokên sêwî (azîzan) yên li tixûbê parêzgeha Hewlêrê dabeş kirin ku her azîzek 100 heta 350 dolarên Amerîkî wergirtin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest