Pêdiviya cejnê ji bo zarokên sêwî hate dabîn kirin

Li dirêjahiya projeyên xêrxwaziyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya bi navê dilxweşkirin û ferahemkirina jiyaneke bextewer ya ji bo zarokên sêwî (azîzan), bi hevkariya kesayetiyeke xêrxwaz ciluberg û pêdiviyên cejn ji bo hejmarek zarokên sêwî hate dabîn kirin.
Rêkefta 18.07.2021 li çarçêweya projeya Çavdêriya Azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi helkefta cejna qurbana pîroz, li bajarê Hewlêrê li projeyeke din da bi navê dilxweşkirina zarokên sêwî (azîzan) li Herêma Kurdistanê, bi hevkariya kesayetiyên xêrxwaz (Karwan Mihemed Husên) endam li rêxistina (HilfsGruppe Eifel) ciluberg û pêdiviyên cejn ji bo (65) zarokên sêwî li Family Mall ya Hewlêrê dabîn kirin ku têda zarok bi dilê xwe ciluberg û pêdiviyên din hildibjêrin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest