Binkeya vaksînkirina dijî virusa Korona li wargeha Domêz1 hate vekirin

Rêkefta 13.07.2021 bi mebesta xweparêzî û rêgirîkirina li tûşbûna nîştecihên wargehê li virusa Korona COVID-19, binkeya derzîlêdana vaksînê li wargeha Domêz1 ya li tixûbê parêzgeha Dihokê hate vekirin.

Li rêwresmek da bi amadebûna karmend û Birêveberê Wargeha Domêzî1 ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Parêzgeha Dihokê û Nûnerên rêxistinên WHO û UNHCR û UNICEF Binkeya lêdana derziya dijî Korona ya ji bo penaberên Rojava li wargeha Domêz1 hate vekirin û dest bi lêdana derziyên vaksîna nîştecihên li nava wargehê kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest