Hewlêr… Ragihandina projeya goştê Qurbanê

Musa Ehmed: Li projeya cejna qurbanê da 6350 malbatên koçber û penaber û kêmderametên navxweyî sûdmend dibin.

Birêz Ehmed El Zahîrî Konsolê Giştî yê Dewleta Îmarat: Li paşerojeke nêzîk da projeyên mezintir bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi cîh dikîn.

Rêkefta 14.07.2021 li civîneke rojnamevaniyê de bi amadebûna birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û birêz Ehmed El Zahîrî Konsolê Giştî yê Dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê, tîşk xistin li ser projeya goştê Qurbanê ku salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rojên cejnê da encam dide.

Li gotarek da Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spas û pesnê dewleta Îmaratê kir ku berdewam palpişt û piştgîriyê li projeyên xêrxwazî û miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin. Her wiha li Projeya Çavdêriya Ezîzan li sala 2009 ve li gel dewleta Îmarat û Heyva Sora Îmaratî heta niha berdewame, li gel eve da jî li çendîn projeyên din da ji bo koçber û penaberan li nav wargehan da roleke mezin û bi bandor dîtine li xizmetkirina çîn û twêjên xelkê Kurdistanê û koçber û penaberan.

Di derbarê projeya goştê qurbanê ku li rojên cejnê da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel dewleta Îmarat û Heyva Sora Îmaratî birêve diçê, Musa Ehmed ragihand: Li vê projeyê da li gel Heyva Sora Îmaratî 6350 malbatên koçber û penaber û xelkê xwecihî sûdmend dibin û pêkve li keşekê aram da cejnê birêdikin.

Paşê birêz Ehmed El Zahîrî Konsolê Giştî yê Dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û ragihand: Spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ku bi awayeke berdewam hevkarî û hemahengiyeke bihêz li navbera me da heye ku bi navê xizmetkirina çîn û twêjên civakê û her wiha ji bo koçber û penaberan.

Her wiha ragihand: Li vê projeyê da me hewl daye bi awayeke ciddîtir agahdarî rewşa koçber û penaberên li nava wargehan de ji bo cejna qurbanê bîn û pêkve cejneke aram û pir li asayîş û xweşiyê de birêbikîn. Li vir da tekîd dikîn ku me peywendiyekê bihêz û baş li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da heye û piştevaniya xwedê li paşerojeke nêzîk da me projeyên mezintir yên bi hevbeşî dibê ku xizmetkirin ewên pêwîstiya wan bi alîkariya heye bikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest