Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Spasî welatên alîkarîbexş û xêrxwazan dikîn ku berdewam palpiştiya projeyên me yên xêrxwaziyê dikin
Rêkefta 20.07.2021 bi helkefta cejna qurbanê û li yekem roja rêwresma cejnê da li serbirxaneya bajarê Hewlêrê rêwresma kuştina 116 conega û 66 pezên ku bi hevkariya li gel Heyva Sora Îmaratî û Emaneya Giştî ya Dewleta Kuweytê û Rêxistina Yed Rehme ya ji bo Geşepêdan û Hawar Hatinê û Heyva Sora Iraqî ya leqa Hewlêrê û Heyva Sora Tirkî û xêrxwazên Kurdistanê birêveçû.
Li civîneke rojnamevaniyê da birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tîşk xiste li ser projeya goştê qurbanê û ragihand: Bi dil ve gelek spasî Emaneya Giştî ya Ewqafa Kuweytî û Konsolxaneya Giştî ya Dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê û Heyva Sora Îmaratî û Dewleta Îmarat û Konsolxaneya Dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê û xêrxwazên Kurdistanê dikîn ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirine çavkaniyek û pirek li navbera xêrxwazan bi armanca gihandina alîkarî û hevkariyan bi bê cûdahî li ser hejar û koçber û penaberan û xelkê xwecihiyê Kurdistanê da dabeş bikîn. Eve cihê serbilindiya me ye û spasî baweriya wan ya berdewam dikîn.
Her wiha Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li vê projeyê da nêzîkî 20 hezar malbat ji wergirtina goştê Qurbanê sûdmend dibin ku her malbatek (1.5 kg) goşt bi ber çavgirtina rêkarên tendirustiyê û bilindbûna pileyên germiyê goştan li rêya otombêlên sarker ve digihînin malbatan û dabeş dikîn.
Musa Ehmed di derbarê hejmara wan ajalên ji bo vê projeyê hatibûn kuştin û kiribûn qurbanî, balkişand li ser wê yekê ku ji bo îsal zêdetirê 116 conega û zêdetirê 66 pez ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dewleta Kuweyt û Îmarat û piştevanan û Heyva Sora Iraqî û rêxistina Yed Elrehme ya Geşepêdan û Hawar Hatinê û Heyva Sora Tirkî ve hatibûn amadekirin û li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Dihok, Nînowa, Helebçe hate bi cîh kirin.
Di derbarê awayê dabeşkirina Projeya goştê Qurbanê li bajar û bajarokan û ew cihên malbat jê sûdmend dibin. Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê li gor wê plana hatiye danîn awayê dabeşkirinê bi vî awayî dibin: Li parêzgeha Hewlêrê nîştecihên wargehên (Behirke, Hesenşam1-2, Xazir, Dîbege, Kevirgosk, Quştepe, Basirme, Dareşekran) û 500 malbatên xwediyê zarokên sêwî (ezîz) sûdmend dibin ku bi giştî hejmara sûdmendan dike (13521) malbat. Her wiha ji bo parêzgehên Helebçe û Silêmanî û Îdareya Germiyan bi heman awayî (2000) malbat û li parêzgeha Dihok û dewrubera wê û wargeha Berdereş (2060) malbat û li parêzgeha Nînowa (1000) malbat û li parêzgeha Kerkûkê jî (1000) malbat ji projeya goştê Qurbanê sûdmend dibin.