Li çarçêweya projeya goştê qurbanê ya bi helkefta cejnê qurbanê ku salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî û Dewleta Kuweyt û Xêrxwazên Kurdistanê encam dide, li îsal li duyem roja cejna qurbanê da 500 malbatên bêhevjîn ku xwedî zarokin, goştê qurbanê û paketên xorek û tendirustiyê wergirtin.
Rêkefta 21.07.2021 li çarçêweya projeya cejnê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û li dûyem roja cejna qurbanê da, li Nivîsîngeha Serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Hewlêrê projeya dabeşkirina goştê qurbanê ku ji aliyê Heyva Sora Îmaratî ve hatibû dabînkirin li gel paketên xorek û tendirustiyê ku ji aliyê xêrxwazek û dezgehê ve hatibû dabînkirin li ser 500 malbatan da hate dabeşkirin.
Di derbarê çawayiya birêveçûna projeyê birêz Omer Ehmed Berpirsê Beşa Ezîzan û Bêhevjînan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Wekî nêrîtên salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helkeftên taybet da bernameya dabeşkirina hevkariyên cûr bi cûr heye ji bo wan zarokên ku ji aliyê me ve hatine tomarkirin. Li îsal li meha Remezanê da bernameya dabeşkirina mûçeyê ji bo 11121 zarokan hebû ku ji aliyê Heyva Sora Îmaratî û 4139 zarokên sêwî ku ji aliyê kompanya û xêrxwazên Kurdistanê ve hatibûn sponserkirin 13.500.000 dolarên Amerîkî hatibû dabeşkirin. Her wiha îsal komek çalakiyên dinê cejna Remezanê û cejna Qurbanê hebû ku ji kirîna cilubergên cejnê ji bo zarokên sêwî, li gel dabeşkirina paketên xorekê û goştê qurbanê, û dabeşkirina goştê qurbanê bi sponseriya Heyva Sora Îmaratî ji bo 500 zarokên sêwî (ezîz) pêkhatibû.
Her wiha li çalakiyeke din da îro dabînkirina paketên xorekê ji bo 500 malbatan ku wan zarokên sêwî heye ji aliyê xêrxwaz (Parêzer Sefîn) û paketên tendirustiyê jî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve ji bo van malbatan hatibû dabînkirin.
Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ji bilî dabeşkirina hevkariyên cûr bi cûr, komek çalakiyên taybet ji bo ezîzan encam didîn, vekirina xulên fêrbûna ziman û dabînkirina karteke taybet ya yaneya Hespsiwarî û Aqua Tarîn û hewl didîn di demeke nêzîk de karên zêdetir û projeyên rengîntir ji bo zarok û jinên bêhevjîn encam bidîn.