150 hezar mask li ser xwendingehan da hate dabeş kirin

Li hewlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya bi navê xweparêziya tûşbûna xwendekaran ji virusa Korona û encamdana taqîkirinên dawiya salê ya pola donzdehê amadeyî ya li bajarê Hewlêrê, projeya dabeşkirina 150 hezar rûpêç û maskên xweparêziyê tê encamdan.

Rêkefta 25.07.2021 bi helkefta destpêkirina taqîkirinên dawiya salê ya pola donzdehê amadeyî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi navê xweparastina xwendekaran ji virusa Korona, helmeta dabeşkirina (150) hezar maskan destpêkir û di demjimêr 7ê sipêdê li xwendingeha Dawiya Navendî Cumhurî ya kuran û Dawiya navendî ya Çîmenê keçan dest bi dabeşkirina maskan li ser xwendekaran da hate kirin û prose heta dawiya taqîkirinan berdewam dibe.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest