Nûnerayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Akrê bi hevkarî li gel rêxistina ANCF li wargeha Mamreşan li rêkefta 18.08.2021 li navenda Gencan û xwebexşên wargeha Mamreşan xuleke fêrbûna komputerê û bernameyên wê ji bo 16 kesan vekir. Ev xul heta 45 rojan berdewam dibe û têda ji aliyê mamostayên pîspor yên warê komputer û berameyên wê ve wane û ders bi awayeke praktîkî û kirdarî dixwînin û li dawiya xulê da jî bawernameya taybet bi beşdarbûyan dibexşin.
