Hevkariya 17 Zarokên Azîz Kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel xêrxwazên welatê Polonya hevkariya mehane pêşkêşî 17 zarokên sêwî (azîz) kirin.
Rêkefta 24.01.2022 li dirêjahiya kar û çalakiyên xwe yên beşa azîzan û bêhevjînên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi hevkarî li gel komek kesayetiyên xêrxwazên welatê Polonya, hevkariya mehane li ser (17) zarokên sêwî (azîz) dabeş kirin, her zarokek 200 dolarên Amerîkî wergirtin, ev hevkarî li bajarê yariyan ya Simile Land hate encamdan ku bi hevbeşî li gel bajarê yariyê ya Simile Land, piştî pêşkêşkirina hevkarî, keşeke yarî û xweşiyê ji bo zarokan rêkxist.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest