Derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo 3 Birêveberiyên Tendirustiyê dabîn kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina Meynî ya Nowêcî, li çarçêweya projeyeke hevbeşî ya tendirustiyê da, derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo 3 birêveberiyên tendirustiya li Herêma Kurdistanê dabîn kirin.
Rêkefta 31.01.2022 li çarçêweya kerta tendirustiyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina Meynî ya Norwêcî, li gor peymaneke hevbeş ya her du aliyan, projeya dabînkirina hevkariyên tendirustiyê ji bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê bi cîh dikin û pêkve kar ji bo pirkirina beşek ji kêmasiyên nebûna derman û pêdiviyên pizîşkî li nexweşxaneyan dikin. Li vê çarçêweyê da 5.800 cûre derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo Birêveberiya Tendirustiya Îdareya Soran û 6.600 cûreyên din ji bo Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmanî û 1.900 cûreyên dinê derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo Birêveberiya Tendirustiya bajaroka Çemçemal dabîn kirin ku gujmeya pêşbînî kiriya wan hevkariyan zêdetirê (260 hezar dolarên Amerîkî) dibe.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest