19 jin û zilam li xuleke kehrebayî de beşdar dibin

Li çarçêweya projeya Tool Service ku rêxistina Bahoza Aştiyê ya Amerîkî bi hemahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargehan da bi cîh dike, mehane xulên bikaranîn û xweparastinê li amêrên kehrebayiyan vedike.
Rêkefta 08.03.2022 li wargehên Quştepe û Basirme li çarçêweya Tool Service ku rêxistina Bahoza Aştiyê ya Amerîkî bi hemahengî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi cîh dikin, li berdewamiya wê projeyê da li her du wargehan da xuleke rahênana yek rojî ya di derbarê çawayiya bikaranîna amrazên xizmetguzariyê û çawayiya xweparastina di dema bikaranîna amrazan vekir ku têda 8 zilam û 11 jinan beşdariyê kirin û li dawiya xulê da bawernameya beşdarîkirinê pêşkêşî wan tê kirin û dikarin li nav wargehan de bi awayeke zanistî wan amrazên kehrebayiyan bikarbînin ji bo xizmetkirina xwe û dewrubera xwe.

Share on facebook
Facebook
Share on email
Email
Share on twitter
Twitter
Share on linkedin
LinkedIn
Share on pinterest
Pinterest

Nûçeya Dawî