Şandeke Zanîngeha Selahedîn bi Serokayetiya Serokê Zanîngehê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.
Li rêkefta 07.04.2022 Serokê Zanîngeha Selahedîn birêz Dr Kameran Yunis bi Serokayetiya şandekê serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin. Ji aliyê Serokê Dezgehê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Piştî bixêrhatinê, li ser rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rudanên xwezayî û berengarbuna karesatên xwezayî û her wiha bihanaveçûna lêqewimiyande guftûgo kirin û ji aliyê xwe ve birêz Serokê Zanîngeha Selahedîn karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind nirxand bi taybetî li rûyê tendirustî û rûbirûbûba pejika Korona û hevkarîkirina xwendekaran.
Li beşeke dinê civînê de yadaşta hevtêgihiştina di navbera Zanîngeha Selahedîn û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate wajû kirin û li gor vê yadaştê lêkolînên hevbeş û panel û semînerên taybet bi aliyên mirovî û zanistî ve li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Selahedîn û Navenda Lêkolînên Taybet bi Zanîngeha Selahedîn têne encamdan.
Yadaşta hevtêgihiştinê li gel Zanîngeha Selahedîn wajo kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest