Merasîma danîna berdê binaxeya Kolêja Zanistên Îslamî ya li Zanîngeha Selahedîn

Li merasîmeke taybet rêkefta 08.06.2022 bi amadebûna her yek ji birêzan Nûnerê Serokê Hikumeta Kurdistanê û Parêzgerê Hewlêrê û Konsolê Giştî yê Dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê, û birêz berpirsê Leqa Du ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serokê Veberhênanê li Herêma Kurdistanê û Dr Beşîr Hedad û çendîn berpirsên hikumî û îdarî, merasîma danîna berdê binaxeya Kolêja Zanistên Îslamiyan hate ragihandin.

Di destpêkê de birêz Profesorê Yarîdeder Dr Kameran Yunis Mihemed Emîn gotarek pêşkêş kir û bixêrhatina mîhvanan kir û paşê behsa girîngiya vê projeyê kir û xweşhaliya xwe derbirî û got: Ev proje li ser budceya Komeleya Bihanaveçuna Kuweytî û bi serpereştiyariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêvediçê, û ev avahî yekem avahiye ku ji bo Zanîngeha Selahedîn tê ava kirin. Rêzdar balkişand li ser girîngiya hemahengiya li navbera Herêma Kurdistan û rêxistinan û dirust kirina vê kolêjê yek ji wan pêwîstiyane ji ber ku avahiya Koleja Zanistên Îslamiyan li cîhek bû ku zehmetiyeke zêde ji bo xwendekar û mamostayan dirust kiribû.

Paşê birêz Parêzgerê Hewlêrê gotarek pêşkêşkir û piştî bixêrhatina mîhvanan xweşhaliya xwe derbirî li merasîma danîna berdê binaxeya Koleja Zanistên Îslamiyan, û rêzdar spasî Konsolê Giştî yê Kuweytî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir beramber bi pêşkêşkirina vê projeyê. Rêzdar got: Koleja Zanistên Îslamiyan navendeke girîng û çavkaniyeke akademiye ku çendîn mamostayên olî bikarin li vê kolêjê derbiçin û li ser mînberan ve peyama miyanrewî û xweşdivîtî olî belavbikin û ev kolej roleke girîng heye li gihandina vê peyama miroviye.

Paşê birêz Konsolê Giştiya Dewleta Kuweyt birêz Dr Emer Elkenderî gotarek pêşkêş kir û got: Dema ku berdê binaxeya koleja Zanistên Îslamiyan datînin li Hewlêrê hêviya me ewe berhema wê bibînîn li çarçêweya miyanrewî û navînî eve jî ew rêbaze ku dewleta Kuweyt tekez li ser dike niha jî û pêştir jî pêgir bu, li ronahiya wan berbestan ku civaka îslamî duçarî wê bûye ji aliyê wan rêbazan ku dixwazin van reftaran bixin ser îslamê ku peywistin bi tundrewî û tundutîjî û tirsanê ku evane hîç peywendiyek bi îslamê ve nîne, bi hemû awayekê hatine red kirin, ev sedem jî hander bûye ji bo dirust kirina vê avahiyê.

Li vê merasîmê da birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û got: Dixwazim wê şahidiyê bidim ku dewleta Kuweyt û Konsolê Kuweyt û hemû ew rêxistinên xêrxwaziyên Kuweytê wekî vê karê xêrxwaziya mezin ku neku her li welatên Îslamî belku li hemû cîhanê encam didin, karêkî li Kurdistanê kirine ku ji bilî karê însanî belku kareke birayane bûye her bira çaverê dike bi vî awayî piştevaniyê li bira bê kirin. Mixabin di demên derbasbûyî de komek karesat hatin pêş wan hemû babetên Heyva Sora Kuweytî û Hawar Hatina Kuweytî û Rêxistinên dinê Kuweytî bi piştevaniya Konsolê Dewleta Kuweytî li wan hemû babetan de hev milê me wekî babeta xorekî, hevkariya koçber û penaberan û zarokan û hemû karên din wekî birayek li gel me bûn û piştevaniya me kirin.

Li dawiya merasîmê de berdê binaxeya zanistên Îslami ji aliyê birêz Nûnerê Serokê Hikumet û  Konsolê Giştî yê Kuweyt û Parêzgerê Hewlêr û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate danan.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest