Piştî projeya nûjenkirin û radestkirina 203 xwendingeh û navendên xwendinê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve û palpiştîkarên projeyê ku li wê hejmara 50 yan li tixûbê perwerdeya Silêmanî hatin nûjen û radest kirin, roja çarşema rêkefta 16.11.2022 li rêwresmek da birêz Mamosta Omer Mihemed Emîn Birêveberê Giştî yê Perwerdeya Silêmanî – bi wekalet, bawernameya rêzlênanê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêş kir û birêz Yehya Ehmed Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadeyê rêwresmê bû.
Hêjayî gotinêye Birêveberê Serpereştîkirina Parêzgeha Silêmanî û Birêveberê Perwerdeya Rojhilat, pêşwaziyê li hejmarek kompanya, dezgeh, sermayedar û kesayetiyên bajarê Silêmanî kir ku hevkar û palpiştê proseya perwerde bûn û bawernameya rêzlênanê bi wan bexşîn.
Birêz Mamosta Omer Mihemed Emîn li gotarek da hewl û keda amadebûyan bilind nirxand û destxweşiyê li wan kir û hêvî xwest herdem hevkarê perwerde bin.