Li rêkefta 14.11.2022 Chatham House li London konferansa salaneya xwe li ser destpêşxeriyên ji bo Iraqê birêvebir. Li konferansê de çendîn kesayetiyên siyasî û wezîr û perlemanter û akademîstên Iraqî û Ewrûpî û Amerîkî beşdar bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî take rêxistina xêrxwaziya Iraqî û Kurdistanî li konferansê de beşdarî kir. Li vê konferansê da nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêz Awat Mistefa li du panelên cûda de beşdariya guftûgo û destnîşankirina du pirsên li ser asayîşa av û asayîş û parastina aliyên miroviyan kir.
Hêjayî gotinê ye beşdariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û behskirina pirsan bû bi gengeşeya zêdetir ji aliyê panelîstan ku birêzan Şêwirmendê Serok Wezîr yê Karubarê Iraqê Krikor Der-Hagopian Wezîrê berê yê Karubarê Rojhilat, Elster Berst Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Îran û Iraq û Genefe Gavîto bi cûda bersîva pirsiyarên nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dan.
Hêjayî gotinêye ji bo baştir têgihiştina li karubarê Iraqê bi giştî û rewşa siyasî û mirovî ya vê konferansa salaneya li Londonê ku Chatham House rêk dixe, eve yekem care Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vexwendina vê konferansê tê kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya bi navdewletî kirina karubarên mirovî û pêşketinên civakî û gihandina dengên rastîna Herêma Kurdistanê roleke bilindtir li ser asta konferans û seminerên navdewletî de dibe.