Li roja cîhanî ya şekir da BCF û LDS helmeta pişkinîna şekirê ragihandin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştiya Dezgeha LDS ya Amerîkî heman demê de li gel roja cîhanî ya şekirê (14ê 11ê hemû salek) helmeteke pişkinîna şekirê li Silêmanî – li ber Baxê Giştî encam da, çendîn kartên kêmkirinê jî ji bo kirîna dermanan dabeş kirin.
Her li heman rojê da li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê li ser erkê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pişkinîna nexweşiya şekirê ji bo karmendên dezgehê encam da.
Heman demê de li wargeha Akrê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê heman çalakî bi palpiştiya Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Akrê encam da.
Hêjayî gotinêye nexweşiya şekirê yek ji nexweşiyên metirsîdarane ku bi “bikujeke bêdeng” hatiye nasîn. Ji ber zêdebûna rêjeya tûşbûyên vê nexweşiyê li sala 1991 ve roja 14ê meha 11 ya hemû salek bi roja cîhanî ya şekirê hatiye destnîşan kirin. Ji ber ku her li vê rojê da li sala 1921 Dr Frederick Bantînc li dayik buye ku vê nexweşiya metirsîdar dîtiye.
Li gor hûrgiliyên rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO), şekir yek ji berbelavtirîn nexweşiyên cîhane û zêdetirê 400 milyon kes tûşbûyê vê nexweşiyê ne û salane zêdetirê yek milyon û pênç sed hezar kes bi vê sedemê canê xwe ji dest didin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest