Nîv milyon dolar li ser koçber û penaberên nîştecihên wargehan de tê dabeş kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştiya Heyva Sora Îmaratî roja yek şema rêkefta 30.10.2022 li her du wargehên Xazir M1 û Hesen Şam U3 hevkariya maddî ya 50 dolarî ji bo her malbateke li ser nîştecihên wargehan da dabeş kir.
Hêjayî gotinêye ev hevkarî hemû wargehên koçber û penaberan li xwe digre û li qonaxa yekem 1001 malbat li wargeha Xazir M1 ku dike 5088 kes, her wiha 1326 malbat li wargeha Hesen Şam U3 ku bi giştî dike 5969 kes ji wê çalakiyê sûdmend bûn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest