Musa Ehmed: Li jêr ronahiya gotara Serok Barzanî îsal me 181 proje û çalakiyên perwerdeyê hebû

Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hevpeyvîneke taybet da li gel kovara Gulan ku li hejmara 1331 ê kovarê da hatiye belav kirin, tîşk dixe ser projeyên kerta perwerde û nûjenkirina 203 xwendingehan ku (Kerkûk û Mûsil) jî li xwe girtiye. Zanyariyên zêdetir li naveroka vê guftûgoyê da heye.

Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo Gulan: Li jêr ronahiya gotara Serok Barzanî ya ji bo girîngîdana bi perwerdeyê, me îsal 181 projeyên çalakiyên perwerdeyê hebû.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî dezgeheke xêrxwaziya nahikûmî, bi dirêjahiya damezrandina rêxistinî her li sala 2005 ve heta niha bi sedan karên xêrxwaziyên ber bi çav li navxweya Kurdistan û navçeyên Iraq û derveyê Kurdistanê encam daye, ev dezgeha xêrxwazî li hemû qonax û rûdan û karesatan da bi hawara lêqewimiyan û koçber û penaberan çûye û li gor qebareya karên xwe gelek berfireh bûye. Li gel destpêka qonaxa nû ya xwendinê da jî zêdetirê 200 xwendingehan nûjen kiriye. Li destpêka demsala nû ya xwendina îsal da jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bername û karên nû li ber dest daye ji bo geşkirina jêrxana kerta perwerde û xwendekaran û azîzan û zarokên şehîdan.

Ji bo axaftina li ser nûjenkirina xwendingehan û bernameyên xêrxwaziyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo xwendekaran bi giştî û xwendekarên zarokên şehîd û azîzan bi taybetî me çend pirsiyarek pêşkêşî Musa Ehmed Berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û bi vî awayî bersîva pirsiyarên kovara Gulan da.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo sala nû ya xwendinê çendîn xwendingehan nûjen kiriye, gelo dikarîn bizanîn hejmara wan xwendingehan çende û li çi parêzgehek daye û li hilbijartina wan xwendingehên ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nûjen kiriye, kî û kîjan aliyek hevkarên we bûne?

Her li destpêka dirustbûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve kerta perwerdeyê yek ji kertên girîngên karê me bûye, rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji wê demê ve jî Serokê Desteya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî”ye, bi berdewamî tekez li ser ewe kiriye ku bi hemahengî li gel Wezareta Perwerde û dam û dezgeh û rêxistinên peywendîdar girîngiyê bi babeta perwerde û fêrkirina xwendekaran û dabînkirina kereste û pêdiviyên wan bidîn û kar û çalakiyên me li vê kertê da jî wekî kertên din berfireh bikîn. Serok Mesûd Barzanî li destpêka îsal da li gotarek da gelek bi girîngiyê bi perwerdeyê da û balkişandiye ser û tekez li ser ewe kiriye ku li Herêma Kurdistanê girîngiyeke zêdetir bi xwendekaran û perwerde û xwendinê bidîn. Jîngeha perwerdeyê ji bo xwendekaran babeteke gelek girînge û peywendî bi niha û paşeroja gelê me ve heye, mixabin rewşa aborî û birîna beşa budceya Herêmê û dorpêça aboriya hikumetê yek li pey yekên Iraq û şerê terorîstên Da’îş û şûnewarên metirsîdarên pejika Korona, hemû komek sedem bûn ku bandoreke xerap li ser jêrxana kerta perwerde û fêrbûna xwendekaran û zarokên me yên çavgeş hebûye û rêgir bûn ku ev kerta girîng li gor pêwîst girîngî pê bê dayîn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî li damezrandin û birêvebirina wargehan û karkirinê li çendîn kertên xorakî û nîştecîhbûn û tendirustî û şehîdan û qurbaniyên karesatan girîngiyeke zêde jî daye bi nûjenkirina xwendingeh û vekirina xulên pêgihandinê li wargehan û encamdana dehan çalakiyên hunerî û rewşenbîrî û neteweyî, heman demê de girîngiyeke zêde jî bi dabînkirina pêdiviyên xwendekaran û aliyên tendirustiya xwendekaran li bajar û bajarokên Kurdistanê daye, li hengaveke nû da vê carê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rû li nûjenkirina xwendingehan kir, eve jî bi ber çav girtina şûnewarên çend sala derbasbûyî ku nekarîne xwendingehên hikûmî li gor pêwîst bêne nûjen kirin, bi taybetî ku li parêzgeha Dihokê li sala 2014 lehiyeke zêdetirê milyon û nîvek koçber û penaber rû li Herêma Kurdistanê kiribû ku destpêkê de zêdetirê wan li parêzgeha Dihokê li xwendingeh û cihên giştî û mizgeftan hatibûn nîştecîh kirin, wê demê wargeh nehatibûn avakirin û erkeke giran ya ji bo bihanaveçûna wê lehiya mezina koçber û penaberan li ser milên me bû. Li ser fermana Serok Barzanî û ji bo bihanaveçûna lêqewimiyên birayên Kurdên Êzdî û Krîstiyanan û Kurdên Feylî û her wiha koçber û penaberên Kurdên Rojava û welatiyên Erebên Mûsil û navîna Iraqê û hemû netewe û olan, wê demê bi bê cûdahî dergeha xwendingehan bi rûyê wan da hatin vekirin û demeke zêde li nava xwendingeh û mizgeftan hatin nîştecîh kirin, li encama wê bargiraniya li ser wan xwendingehan, bûne sedema têkçûna gelek ji bînayên xwendingehan û ziyangihandina bi bînayan û dergeh û pencere û pêdiviyên nava wê, li vî warî de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li projeyeke nû û berfireh da dest bi nûjenkirina çendîn xwendingehan kir.

Ku wate projeyên we destpêkiriye; Gelo dikarîn bizanîn ew xwendingehên hatine nûjen kirin li çi parêzgeh û cîheke Kurdistanê dane?

Berê jî me xwendingeh nûjen kirine û me hevkarî û palpiştiya kerta perwerdeyê kiriye, li gel rêxistinên navdewletî da me hengavên girîng û mezin li avakirina jêrxana kerta perwerde û encamdana kar û çalakiyên perwerdeyê de avêtine, bi taybetî li nav xwendingehên wargehan ku me rêgiriyê li wê yekê kir ku zarokên koçber û penaberan ji xwendingehan bêne veqetandin. Li îsal da jî li projeyeke mezin da bi hemahengî li gel Wezareta Perwerde 200 xwendingeh li seranserê Herêma Kurdistanê bi têçûna du milyon dolaran me nûjen kirin. 50 xwendingeh li parêzgeha Dihok û 50 ji bo parêzgeha Hewlêr û 50 ji bo parêzgeha Silêmanî û 20 ji bo parêzgeha Helebçe û 10 ji bo parêzgeha Mûsil û 20 ji bo parêzgeha Kerkûkê, her yek ji van xwendingehan bi giştî 10 hezar dolar ji bo nûjenkirina wan hatibûn terxan kirin, proje li rûyê praktîkî ve destpêkir û xelas bû û hemû hewla me ji bo ewe bû pêş destpêkirina demsala xwendinê ew xwendingeh bi nûjenkirî radestî Wezareta Perwerde bêne kirin û bi rûyê xwendekarên xweşdivî de bêne vekirin wiha me encamdan.

Helbete dabînkirina budceyekî wiha mezin ya ji bo nûjenkirina xwendingehan li vê demê de hevkarî û palpiştiyeke başe ji bo jêrxana perwerde û xwendekaran, gelo ji bo hilbijartina van xwendingehên ku hatine nûjenkirin de kî hevkarên we bun?

Spasî xwedayê mezin û dilovan dikim û paşê spasî wan sermayedarên navxweyî û rêxistinên navdewletî dikim ji bo pêşkêşkirina hevkariya darayî, paşê Wezareta Perwerde bi spasiyê ve hevkar û yarmetîder bûn li destnîşankirina wan xwendingehên pêwîstiya wan bi nûjenkirinê heye. Hewlên me li warê girîngîdana bi kerta perwerde li vir da ranawestin û wekî nerîteke salane lê dikîn û li tenîşt nûjenkirina xwendingehan bi dehan kar û çalakiyên dinê perwerdeyî û karê xêrxwaziyê encam didîn, li niha da jî li gel sermayedarên Kurd li hemahengiyê dayîn ji bo dabînkirina hevkariyên zêdetir heta ku bikarîn karên dinê mezin li kerta perwerdeyê de encam bidîn ku bi tekez bandoreke gelek baş li ser pêşxistin û geşbûna kerta perwerdeyê dibe.

Her di derbarê bi girîngîdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi jîngeha xwendin û xwedekaran, gelo li îsal da hîç bername û kareke xêrxwaziyên din li kerta perwerdeyê de li berdestên we da heye?

Li sala 2012 heta ku niha nêzîkî 70 milyon dolar me pere pêşkêşî zarokên azîzan(sêwî) kirine, eve ji bilî bernameyên cûr bi cûrên xêrxwazî û tendirustî û pêşxistinê, li heman demê de me kariye rewşeke baş birexsênîn bo wan valahiyên zarokên me yên azîz li dûrî dayik û bavan dirust bûye, bikarîn beşeke kêm jî bê pir bikîn. Projeya pêşxistina şiyanên wan zarokên azîzan me vekiriye û her xwendekarek li waneyan da lawaz bin, yan şiyana wan kêm bê, raste rast li rêya vekirina xulên meşq û rahênanê ve me şiyanên xwe bilind kiriye, ji aliyeke din ve li helkeftên olî û neteweyiyan da me xwendekarên azîz birine firoşgehên mezin û bi dilên xwe cilubergan hilbijartine û hez li çi kiribin, ji bo wan me dabîn kirin. Salane me ew xwendekarên azîzên yekem jî bûn xelat kirine, tenê li du salên derbasbûyî de zêdetirê 60 xwendekarên me konimreya wan li ser 90 an zêdetir buye, li van nêzîkane da ahengeke taybet ji bo wan tê rêkxistin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam palpiştiya xwendekarên me yên azîzan kiriye bo ku berdewam bin li xwendinê û me hemahengî li gel xwendingeh û zanîngehan kiriye ku hevkariya wan bikîn. Her wiha zêdetirê zarokên me yên şehîd li nav vê projeyê da sûdmend bûn.

Gelo îsal da jî li gel destpêkirina xwendinê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariyê li ser xwendekaran da dabeş dike, bi taybetî li ser xwendekarên azîzan û zarokên şehîdan da?

Me li gor wan şiyanên li berdest daye, tu demekê kêmasî nekiriye û nakîn beramber azîzan û xwendekarên dinê zarokên şehîdên serbilindên Kurd û Kurdistanê. Îsal jî hewl didîn bernameya hevkarî û palpiştiya xwendekaran bi taybetî xwendekarên azîzan û zarokên şehîdan destpêbikîn û li vî warî de çend bername û kar li berdestên me daye, girîngîdana me bi kerta perwerde û xwendekaran li jêr ronahiya gotara Serok Barzanî daye û bi vê navê de li navendên xwendinê û kerta perwerdeyê bi giştî û me 181 projeyên çalakiyên perwerdeyê hebû ku diyartirînê wan pêkhatibû ji nûjenkirina wan xwendingehên kevin û pêwîstiya wan bi nûjenkirinê heye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest