Li wargehên penaberan zimanê xwendinê tê guhertin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hemahengî li gel rêxistina NRC ya Norwecî rêkefta 29.11.2022 bi helkefta guherîna xwendina zimanê Erebî bo zimanê Kurdî li wargehên penaberan li tixûbê parêzgeha Dihokê ahengek saz kir.
Li vê guhertinê de pertûk û sîstema xwendinê ku berê bi zimanê Erebî bûn, li ser daxwaza nîştecihên wargehê bo ser zimanê Kurdî (zimanê dayik) hate guhertin û hemû xwendekarên wargehan li vê guhertinê de sûdmend bûn.
Piştî daxwaza nîştecihên pênç wargehên penaberan li tixûbê parêzgeha Dihok û rizamendiya Birêveberiya Perwerdeya Giştiya parêzgeha Dihok û UN û DMCR, sîstema xwendinê li pola yek heta çarê seretayî ji zimanê Erebî bo ser zimanê Kurdî hate guhertin. Ew guhertin nîştecihên wargehên penaberan û bi taybetî xwendekaran dilxweş kir.
Hêjayî gotinêye ew guhertin wargehên koçberan li xwe nagrê ku zêdetirê wan bi netewe Erebin û bi zimanê xwe dixwînin

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest