Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi palpiştiya rêxistina Mindalparêzî Kurdistan (KSC) roja çarşemê rêkefta 30.11.2022 li wargeha Akrê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê dawiyê bi xuleke yek demsalî ya (sê mehî) anîn ku têda rêkarên nehiştina karkirina zarokan û metirsiyên karê zorî ya bi zarokan û çawayiya rûbirûbûna jîngeha xerab ya ji bo zarokên berkar, mijara serekiya ders û waneyên vê xulê bûn. Li vê çalakiyê da 68 zarok sûdmend bûn û bawername jî li ser wan da hate dabeş kirin.


