Konsolê Ermenîstanê li Hewlêr: Li karê hevbeşê li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de berdewam dibîn

Erşak Monikyan Konsolê Ermenîstan li Hewlêrê, li dirêjahiya hevkariyên welatê xwe ya li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo koçber û penaberan, roja pênçşem rêkefta 01/12/2022 serdana wargeha Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Dihokê kir. Mebesta vê serdanê hemahengiya zêdetir ya ji bo karê hevbeş li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû. Her li vê serdanê da komek diyarî li ser zarokên wargehê de dabeş kirin.
Ev serdana Konsolê Ermenîstanê li Hewlêrê piştî rûniştina hevdû têgihiştina li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tê ku li roja dûşemê rêkefta 10/10/2022 biryarê dan 870 konên wargeha Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Dihokê bigûherin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 217.500 dolar ji bo konan dabîn kir, her wiha Konsolê Ermenîstan li Hewlêr 24.070 dolar ji bo têçûya gûherîna konên wargeha Şêxan li stûyê xwe girt. Bi giştî têçûna projeyê 241.570 dolar bû.
Wargeha Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Dihokê zêdetirê pênc sal bû ku kon nehatibûn gûhertin. Bi gûherîna konan nîştecihên wargehê gelek dilxweş bûn. Bi taybetî ku li gel nêzîkbûna demsala zivistanê konên nû wan ji sermayê diparêze.
Hejmara nîştecihên wargeha Şêxan 644 malbatin û li vê projeyê de 3.190 kes sûdmend bûn.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest