Li roja cîhanî ya şekir da BCF û LDS helmeta pişkinîna şekirê ragihandin

Bi palpiştiya Wezareta Kar û Karubarê Civakî û bi hemahengî li gel Birêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakiya Hewlêrê û Bazar Medya, li roja cîhaniya xwediyê pêdiviyên taybet da (03/12/2022) ahengek ji bo xwediyê pêdiviyên taybetên Kurdistanê hate saz kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî dezgeheke çalak li warê xwediyê pêdiviyên taybet yên li ahengê da beşdar bû û ji aliyê Bazar Medya ve xelata rêzlênanê wergirt.
Li vê rêwresmê da Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, Yusif Çawşîn Birêveberê Giştî yê Çavdêrî û Geşepêdana Civakiya Hewlêrê, Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xwendekar û mamostayên çend peymangeh û xwendingehên taybet bi kesên xwediyê pêdiviyên taybet û navenda Îmaratî ya Otîzm amade bûn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vê ahengê da bi derfet zanî xelata rêzlênanê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî bike, beranber wê hemahengiya wan ya berdewam li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî heye ku li zêdetirê projeyên dabînkirina xizmetguzariyên ji bo xwediyê pêdiviyên taybet hevkar û palpiştê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye.
Her li vê rêwresmê da çanta û pêdiviyên xwendingehê ji aliyê karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi ser xwendekarên xwediyê pêdiviyên taybet da hate dabeş kirin.
Roja 14ê tişrîna yekemê 1992 Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî biryara hejmara 3/47 pejirand û roja 3ê kanûna yekem wekî roja cîhanî ya kesên xwediyê pêdiviyên taybet destnîşan kir, bo ku li ser asta cîhanê kar bê kirin ku mafên wan bêne desteber kirin.
Li gor amarên rêxistina tendirustiya cîhanî, zêdetirê yek milyar kes ku dike %15 ê nîştecihên cîhanê xwediyê pêdiviyên taybetin, li vê hemarê jî %80 ê wan ji welatên paşketî û nû geşbûyîyandane.
Li gor Dezgeha Amara Navendî ya Iraqê, nêzîkî şeş milyon kes li Iraqê xwediyê pêdiviyên taybetin, sedema wê jî ji bilî li nexweşiyên zikmakî û veguhestî, zêdetir ji bo berdewamiya şer û kuştin û teqîn û kirdarên terorîstiyan li xwe digre. Li Herêma Kurdistanê jî 100 hezar xwediyê pêdiviyên taybet bi fermî hatine tomar kirin.

Lists

8 Videos
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest