Şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mil bi mil li gel şandeke Navenda Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan li Wezareta Navxweya Hikumeta Herêma Kurdistanê, roja yekşema rêkefta 04/12/2022 bi mebesta dûvdaçûna çareseriya kêmasiyên li nav wargehên koçber û penaberan, serdana Wezareta Koç û Koçberên Iraqê kirin û ji aliyê Îvan Fayiq Wezîra Koç û Koçberan ve hate pêşwazî kirin. Li vê serdanê da Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, plaketa rêzlênanê pêşkêşî Îvan Fayiq Wezîra Koç û Koçberan kir, li hember wê xizmetkirina koçber û penaberan de hevkarî û hemahengiya wan bûye.