Piştî ku Desteya Hawar Hatina Mirovî û Mafê Mirov û Azadiyan IHH li Tirkiye, tîmeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo beşdarîkirina li xuleka rizgarker de vexwendî Tirkiyê kir, rêkefta 23/11/2022 tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku ji 17 kesan pêkhatibûn, li yekem roja meşq û rahênanan de beşdariyê kirin.
Ev xule li qonaxa yekem da heta 9 rojan berdewam bû. Xul sê waran li xwe digre.
Yekem: Geran û rizgarkirina li cihên sext û bilind de.
Duyem: Geran û vedîtin û rizgarkirina xelkê li bin avahiyên rûxayî (Ji ber erdhejê, teqîn, yan her sedemeke din be).
Sêyem: Geran û rizgarkirina li nav gol û gomav û rûbarên kûr.
Qonaxa duyema xulê sala bê (2023) li Hewlêrê birêve diçê. Wate rahênerên IHH têne Herêma Kurdistanê û li qonaxa sêyem û dawiyê de 9 kes têne desteber kirin, bawername û mûhleta mamostayî û rahênerayetiyê werdigrin.
Desteya Hawar Hatina Mirovî û Mafê Mirov û Azadiyan IHH sala 1992 damezraye û yek ji mezintirîn rêxistinên Rojhilata Navîne û zêdetirê 1800 xwebexş kar têda dikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî armanceka mezina xizmetkirina lêqewimiyan heye. Ji bo wê yekê ji bilî gihandina hevkariyan û alîkariya koçber û penaberan, plan ji bo hawar hatina bi lez û çalakiya rizgarkirinê jî daniye. Bi hemahengî li gel aliyên peywendîdarên hikûmî û nehikûmî yên li vî warî da jî çalakiyên xwe dibe.

























