Beşdariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li korbenda salane ya kêm neteweyan

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel çendîn rêxistinên Kurdî û biyanî, li korbenda salane ya kêm neteweyan ku li paytexta Swîsre (Cenev) birêve çû, beşdarî kir.
Li vê korbenda ku heta dû rojan (02 -03/12/2022) berdewam bû, Awat Mistefa Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û bi hûrî tîşk xiste ser binpêkirina wan û ew gef û êrîşên rûbirûyê Kurdistaniyan dibê, bi taybetî li piştî referandûma serbixweyî ya Kurdistanê li sala 2017 ku heta niha jî metirsî berdewame.
Her wiha daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û Civaka Navdewletî kir, bi erkê xwe yê yasayî û moralî rabin û ewe jî dûpat kir ku parastina Kurd û Kurdistanê li stûyê civaka navdewletî daye.
Her di dema korbendê de Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çendîn civînan li gel lêkolîn û lêkolînerên mafên mirov û nûnerê çendîn rêxistinên Kurdî û biyanî encam da.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo hemahengiya baştir û xistine rûya kêşe û giriftên kêm neteweyan li navçeyê, piştgîriya hemû rêxistinên Kurdistanî û Iraqî dike.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest