Xwendingeha Navdewletiya Sabîs li Soran, li rêkefta 20/02/2023 zêdetirê 100 paketên pêdiviyên destpêkî ku ji xwarina hişk pêkhatibû, betanî, cilûbergên zarokan û mezinan bi Nûnerayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Soran pêşkêş kir, bo ku bi zûtirîn demê de ji bo lêqewimiyên karesatên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bêne şandin. Kesên ziyanberketiyên erdheja welatên Tirkiye û Sûrîyeyê, li rewşekê gelek xerab de dijîn. Ew hevkarî û berfirehtirkirin heta radeyek kêşeyên wan kêm dike. Ji bo wê yekê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî BCF piştî rûdana karesatên erdhejên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriyayê, bi lez tîmên bi hanaveçûnê xistin rewşa amadebaşiyê û ji bo hevkarîkirina ziyanberketiyan birêketin û li hevkarîkirina tîmên derxistin û rizgarkirina qurbaniyan li bin avahiyên rûxayî û helmeta hawarçûn û gihandina xizmetguzariyê beşdar bûn. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî dezgeheke qazanc nexwest ya xêrxwaziyê daxwazê ji hemû bexşer, xêrxwazan, Kurdistaniyên derveyê welat û xelkê welatên cîhanê dike, li vê helmeta berfireh ya ji bo bi hanaveçûna lêqewiyên karesatê encam daye û berdewam jî dibin li helmeta ji bo gihandina hevkariyê bi zûtirîn demê bi lêqewimiyan û ziyanberketiyan de hevkar bin.















