Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), bi hevkariya Birêveberê Xwendingeha Wargeha Îsyan 1 li tixûbê parêzgeha Dihokê, xulekî topa pêya biçûkkirî ji bo xwendekarên kur vekirin. Çar tîp têda beşdar bûn. Li rêkefta 26/04/2023 li yariya dawî da her du tîpên wargeha Îsyan 1 û wargeha Îsyan 2 rûbirûyê hev bûn û wargeha Îsyan 2 bi encama du golan beranber bi golek nasnavê palewaniya xulekê bi dest anî.




