Almanya – Koln.. BCF û GIZ hevkariyên xwe zêdetir dikin

Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Serokayetiya Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), rêkefta 26/04/2023 serdana nivîsîngeha serekiya Komeleya Almanya ya ji bo Hevkariyên Navdewletî (GIZ) kir û li gel Karîn Kortman Seroka Nivîsîngeha Serekiya (GIZ) û Rafaels Bûbner Berpirsê Nivîsîngeha (GIZ) li Iraqê, li bajarê Kolna Almanya civiyan û guftûgoya baştirkirina hevkariyan kirin.
Kortman destxweşiyê li kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û hewlên wan yê mirovî bilind nirxand. Her wiha rûmeteke zêde ji bo hevkariyên bi lez ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo navçeyên ziyanberketiyên erdheja li Sûriye û Tirkiye hebû.
Ji aliyê xwe ve Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, spasî hevkarî û hemahengiya berdewam ya Komeleya Almanya ya ji bo Hevkariyên Navdewletî (GIZ) û rêxistinên Almanî yên din ya ji bo piştevaniya berdewamiya wan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Her du alî tekez li ser bihêztirkirina zêdetirê hevkarî û hemahengiyan ya ji bo zêdetirkirina karên mirovî û gihandina hevkariyan bi lêqewimî û penaber û koçberan kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest