Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Wezareta Derveyê Almanya kirin

Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Serokayetiya Musa Ehmed Serokê Dezgehê û li gel Awat Mistefa û Rewac Hacî, Endamên Desteya Kargêrî û Şîro Şimo Cuq Berpirsê Nivîsîngeha Şingalê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, serdana Wezareta Derveya Almanya ya Federal kirin û ji aliyê Serokê Beşa Qeyran û Aramî û Yarmetiyê (Klemens Semtner) Mirovî ve hatin pêşwazî kirin.
Li civînê de, Wezareta Derveya Almanya destxweşiyê li karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin, bi taybet ji bo bi hanaveçûna tîmên hawarçûnên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li navçeyên ziyanberketiyên erdheja li Sûriye û Tirkiye, bi rûmet ve hate behs kirin.
Wezareta Derveya Almanya xwazyarê hevkarî û piştevaniya zêdetir bû ji bo karên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û daxwaza hevkarî û hemahengiya zêdetir kirin.
Ji aliyê xwe ve Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destxweşî û spasiya biryarbidestên Almanya kir, ji bo bi jenosaydnasandina tawankariyên li dijî Kurdên Êzdî, hêvî jî xwest ku li paşerojê de hemahengî û hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistin û fermangehên dinê Almanya baştir û bihêztir bin.
Her li heman rojê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Nilsen Annîn Wezîrê Dewlet yê Karubarê Avadankirin û Geşepêdana li Almanya civiya û Wezîrê Dewleta Almanya destxweşiyê li kar û çalakiyên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir. Her wiha spasî bi lez bi hanaveçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo navçeyên erdhejê kir. Xwazyar bû li paşerojê de jî hemahengiya rêxistinên miroviyên Almanya û fermangehên bi hanaveçûna Almanya û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bêne zêdetir kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest