Parêzgerê Essen çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind dinirxîne

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şanda pê re ya li gel rêxistinên xêrxwaziyê, parlementer, berpirsên hikûmî û berpirsên bilindên rêxistinên Peace Fleece û Caritas civiya û guftûgoya hemahengî û projeyên baştir yên li paşerojê kirin.
Her li dirêjahiya vê hevdîtinê de, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêkefta 24/04/2023 serdana parêzgeha Essen ya Almanya kir û parêzgerê Essen, ji bilî pêşwaziyekî germ, destxweşiyê li karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û hêviya hemahengiyên zêdetir xwest.
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel Thomas Kufen parêzgerê bajar, guftûgoya bi hêzkirina hevkariyên di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistinên Almanya kir.
Parêzgerê Essen (Thomas Kufen) hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo navçeyên erdheja li Tirkiye û Sûriye bilind nirxand, her wiha spas û destxweşiyê li hevkariyên di navbera dezgeh û rêxistinên Peace Fleece û Caritas a Almanî kir û hêvîdar bû, hevkarî û hevbeşiya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistinên Almanya berdewam û zêdetir bin.
Li dawiyê de jî Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rêzlênana Dezgehê pêşkêşî parêzgerê Essen ê kir û parêzger jî medalya rêzlênanê pêşkêşî bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest