Hevkariyên ji bo ziyanberketiyên erdheja Tirkiye berdewame

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li dirêjahiya gihandina hevkarî û xizmetguzariyan bi ziyanberketiyên erdheja Tirkiye ya li rêkefta 18/04/2023 van çalakiyan encam da:
Parêzgeha Diyarbekir(Amed):
Pêşkêşkirina xwarina germ ji bo 2000 kesan li xwarina berbangê de, li taxa Baxlar ya Diyarbekir (Amed) ku ji birinc, goştê mirîşk, nohk û nan pêkhatibûn.
Parêzgeha Kahramanmaraş (Gimgim):
Pêşkêşkirina xwarina germ ji bo 1000 kesan li xwarina berbangê, ku ji birinc, goştê mirîşk, şileya fasulye û goşt pêkhatibûn.
Bajarê Îskenderûn (Hatay):
Pêşkêşkirina xwarina germ ji bo 2000 kesan li xwarina berbangê, ku ji birinc, goşt, şorbe û nan pêkhatibûn. Her wiha paketa paşîvê (Penîr, Hingivîn, temata, helaw, hêk û nivişt) ku li sê cihên cûdayên bajar hatibûn dabeş kirin.
Parêzgeha Şanliurfa(Riha):
Xoreka hişk li ser mamostayên olî li mizgeft û xwendingehên olî hatin dabeş kirin ku pêkhatibû ji 2.500 kgr ard, 21.500 kgr birinc, 2.580 setên avê û 2.580 betanî.
Heman demê de ev hevkarî li ser ziyanberketiyên lehiyê de hatin dabeş kirin:
Birinc 6.250 kgr, av 750 set û 500 betanî.
Her li heman rojê da ev hevkarî li ser kesên kêm dahatên bajarê Rihayê da hate dabeş kirin:
30 paketên xorekê 12 betanî, 4 sobeyên kehrebê û 500 kgr ard.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest