Dr Gregorî Stantin, damezrêner û Serokê Dezgeha (Genocide Watch) û Endamê Rêxistina Komeleya Zanayên Navdewletî ya Komekujiyê (AGS) li gel xanima Avring Şaweys Seroka Dezgeha KG Lobby Senter û Kayla Lûsî Endama Dezgeha Genocide Watch, rêkefta 18/04/2023 serdana wargeha Şarya
ya li tixûbê parêzgeha Dihokê kirin û ji aliyê Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û kargêriya wargehê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de bi hurgilî behsa tawanên komekujiya Kurd û bi jenosayd nasandina wê tawana dijî mirovahiyê kirin.
Paşê şanda mîhvan li serdaneke meydanî da serdana nîştecihên wargehê kirin û li gel çend malbatek jî li nêzîk ve hevdîtin û guftûgoyê kirin, bo ku zêdetir bi arîşe û kêşe û giriftên wan bizanin.
Serokê Dezgeha (Genocide Watch) û şanda li gel serdana wargeha Şarya kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest