Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistineke Almanya kar ji bo çareseriya tûşbûyên Talasîmya dikin

Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Almanya li gel Grûpa Hevkariya (Hilfsgruppe Eifel) civiya, ji bilî behskirina li karên xwe yên hevbeş, guftûgoya çareseriya tûşbûyên Talasîmya kirin li rêya çandina mejî ya ji bo tûşbuyan.
Roja 29/04/2023 di dema serdana Almanya de, Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û şanda li gel Willi Greuel Serokê Grûpa Hevkariya (Hilfsgruppe Eifel) û şanda li gel civiyan. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel karên miroviyên hevbeş û piştevaniya rêxistinê, rêzlênana taybetiya Dezgehê pêşkêşî bi Serokê rêxistinê kir.
Her wiha Serokê Rêxistina (Hilfsgruppe Eifel) li gel hevbeşî û hemahengiya berdewamiya wan xelata rêzlênanê pêşkêşî Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Li beşekî dinê civînê de guftûgoya projeyekî hevbeş ya di navbera her du aliyan kirin, bi piştevaniya Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina tûşbûyên nexweşiya Talasîmya li Herêma Kurdistanê, li rêya çandina mejî ya ji bo tûşbuyan ku teknîkekî nû yê pizîşkiye, ji bo çareserkirina tûşbuyên Talasîmya.
Her du alî xweşhaliya xwe bi bi cîhkirina projeyên hevbeş derbirîn û hêvîdarbûn li paşerojeke nêzîk, proje bikevê warê bi cîhkirinê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest