Li Hewlêr qonaxa yekema projeya BCF City li Quştepe tê bi cîhkirin

Peymaneke hevtêgihiştinê ji bo bi cîhkirina qonaxa yekema projeya BCF City li qezaya Quştepe, li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Qaymeqamiyeta Quştepe hate wajo kirin û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Qaymeqama Quştepe serdana cihê bi cîhkirina projeyê de dikin.
Li jêr çavdêriya rêzdar (Mesrûr Barzanî) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bi amadebûna rêzdaran Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, Sasan Ewnî Wezîrê Şaredariyê û Geştuguzar, Bijar Mela Xidir Qaymeqamê Qeza Quştepe û hejmarek ji berpirsên îdarî û hikûmî û çalakiyên medenî û mamostayên olî û bexşeran û xêrxwazên Kurdistanê li rêkefta 19\10\2024 berdê bingeha projeya BCF City li Quştepe ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê hate danîn.
Projeya BCF City dirustkirina 180 xaniyan ji bo xelkê hejar û kêmdahat li xwe digre.
Roja dûşema rêkefta 27\01\2025 bi amadebûna rêzdaran Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Bijar Mela Xidir Qaymeqamê Quştepe, peymana hevtêgihiştinê li navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Qaymeqamiyeta Qeza ya Quştepe, ji aliyê rêzdaran Sîtav Aso Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Bijar Mela Xidir Qaymeqamê Quştepe ya ji bo bi cîhkirina qonaxa yekema projeyê hate wajo kirin ku ji avakirina 60 xaniyan li xwe digre.
Her li heman rojê rêzdaran Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Bijar Mela Xidir Qaymeqamê Quştepe serdana cihê bi cîhkirina projeyê kirin da ku ji nêzîk ve li rewşa ber bi pêşveçûna projeyê agahdar bin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest